Serfermandarîya Tirk û çteyên Kuwayê-Milliye

Sotockholm, 16/4 2005- Ger mirov bixaze bûyerên ku di van demên dawî de li Tirkîyê diqewumin fêm bike, divê mirov li bingeha damezirndina dewleta Tirk binêre ka li ser çi hîmê û bingehê hatîye avakirin. Li dunê tu dewlet, wekî dewleta Tirk nehatîye avakirin. Dewleta Tirk ji destpêka sedsala 20an  de, bi şerê çeteyên Kuwayi-Millîye li kolanan dest pêkir û li ser bigeha înkara miletê Kurd hate avakirin.

Li Tirkîyê, serê her kunêrê esker in. Eskerîya Tirk her dema ku pêwîsbûye, rola xwe ya çeteyî lîstîye. Bi porovekasyona çeteyên dewletê, gelek caran şerên bi qirêj derketêye û bi saya serê çeteyên dewletê,   miletê Kurd bi hîn dek û dolabên genî re rû bi rû man e. Çiqas bûyer li Tirkîyê qewumîne, destê dewletê tê de hebûye.

Serfermanadariya Tirk bi meneya şewutandina ala tirkan, cerek din rola xweya çeteyî lîst û miletê Tirk berdane kolanan. Îro her Kurdek ji pêşeroja xwe bitirse û jîyana wan di bin xeterê da ye. Çeteyên  dewletê her tim sendîqayen karkeran û xwendekarên Zanîngehan li dijî hevdû bikaranîye. Lê her çiqas şerek navxweyî li Tirkîyê derneketibe jî, lê  ji bona derxistina  şerek navxweyî, ya ji destê eskarîya Tirk hatîye   texsîr nekirîye.

Agirê  çeteyên dweletê pêxistî, wê li tevaya bajarên Tirkîyê  belavbe. Îro pirên Kurdan li wan deverên ku niştecîyê wan Tirkên, newêrin  bi kurdî biaxifin. Miletê Kurd nikare bi hêsanî sîyaset bike, ji ber ku her dem  dikre bibe hedefa êrişên çeteyên dewletê.

Nivîskar û Ronekbîrên Tirk, bûne qelemşorê çeteyên dewletê û miletê Kurd ji van êrişên çeteyên dewletê berpirsîyar dibînin. Di cîyê ku hovîtîya çeteyên dewletê şermezar bikin, ji miletê Kurd dixwazin ku bi hisîyatên miletê tirk nelîzin. Yanî miletê Kurd bûye sedem ku eskerîya Tirk wek Kovayi-Milliye dest bi çeteyî kirîye.

Dilbirîn

 

 

 

 
Niviskar