|
Şerê herî dijwar yê li hemberî asimilasyonê,
axaftin û nivîsandina bi zimanê xwe ye! |
K:
Divê hun soz bidin ku zimanê kurdî nadin fêrkirin! Piştî ku Serokwezîrê
tirkiyê hat Amedê û hinek axaftinên xweş kirin wek berdewamî û li ser gotinê
xwe rawestînê bi serokê RTUKê re hevdîtinek pêk anî û lê şîret kir ku
destûrê ji bo daxwazên televizyona kurdî bide û bihêlin ku weşana bi kurdî
bikin. Wek delîl jî da diyarkirin ku çima ew bi zimanê tirkî mafê weşanê ji
Ewrûpiyan dixwazin û ew jî destûr didin nîşan da.
Tê
ragihandin ku RTUK hêj li ser daxwazên xwe yên berê ye û dibêje ”ji bo ku
weşana kurdî bête kirin divê ku xwediyê televizyona soz bidin ku dê zimanê
kurdî nedin fêrkirin, weşanên dijayetiyê dikin neweşînin û li binê ekranên
televizyonê bi zimanê tirkî wergera gotinên kurdî bête nivîsandin.
Ev
daxwazên hanê barê televizyonên kurdî têra xwe giran dike. Ji bo weşana
saetekê belkî ew mecbûr bimînin 6, 7 saetan ji bo karê werger û tiştên wisa
bixebitin.
Wekî dinê
heke dê fêrkirina zimanê kurdî bête qedexekirin, wateya vê destûrê çiye?
Wateya wê
ev e ku bi vê destûrê devê ew nesla ku temenê xwe ji bo bidestxistina van
mafên xwe yên mirovî ji dest dan bête girtin û zarokên wan î êdî li malê bi
zimanê biyaniya dipeyivin, careke dinê li reh û rêçikên xwe venegerin.
Bila
beriya her tiştî bi giyanê tirkayetiyê yê pak û paqij bigihên ku dûvre
nexwazin xeletiyeke mîna bi zimanê dayîka xwe axifînê bikin.
Bila dilê
ew kesên ku dixwazin li hember zilm û neheqiyê diberxwe bidin baş di cî de
be; heke ew bi zarokên xwe re bi zimanê xwe bipeyivin û wan li ser reh û
rêçik û çanda xwe mezin bikin û bigihînin, mîna rahiştibin çekên xwe û bi
awayekî herî dijwar li hemberî dijminê xwe şer û pevçûn kiribin.
Bi rewş û
sekna xwe ku mirov bikaribe bendekê li hember vê pêla asîmîlasyonê çêbike ev
yek ji hêla dînê Îslamê de jî tiştekî pîroz e; ji ber ku bi vê rewşa xwe em
li parastina ayetek ji ayetên Xwedê xwedî derdikevin û nahêlin ku ji hêla
rehperestên çavsor ve bête binpêkirin û tinekirin.
Mucteba Baravî
Dem: 22/8 2005. Seet: 09 00
|