KSN/
22/ 9 2005- Karbidestên bajarê Besrayê ku dikeve başûrê Îraqê, ragîhand ku
bi tevayî peywendîyên xwe li gele Îngilîzan qutkirine. Walîyê Besrayê
Muhemmed el weili, ev biryara hana ji rûyê Îngilîzan de
hatîye girtin ku roja duşemba borî êrişî ser qereqola polîsên Îraqê kiribûn
û di encama vê êrişê de 5 kes hatibûn kuştin û 40 kes jî birîndar bûbûn.
Walî, ji Îngilîz xwest ku lêborîna xwe bixwazin û zirara ku dane bajêr jî
bidin.
Fermandarê
Îngilîz yê Îraqê îdeadikir ku polisên Îraqê du eskerên wan revandin û wê
teslîmê gurubên çekdar bikirana û ji bona vê yekê bû ku esekerên Îngilîz
êrişê qereqola polisan kirin.
Lê kaerbidestên Besrayê vê
îdea îngilîz red dikin û dibêjin; tu tiştek waha tune ku polisên Îraqê
eskerên wan teslîmê gurûbên din bikin.
Karbidestek ji
beledîya Besrayê ji BBCyê re ragîhand ku, do êvarê piştî civana rayedarên
bajêrê Besrayê, biryar hatîye girtin ku hemû peywendîyên xwe li gele Înglîz
qutbikin. Ji ber ku Îngilîzan desthiladarîya Îraqê binpêkirine û ew li
bendê ne ku Îngilîz lêborîna xwe bixwazin