**Menûya Kurdî**
       
 


Serokwezîrê Tirk Erdogan; "Boyî lêborîna xwe ji Cuhîyan bixwaze serdana Îsraîl kir"

QUDUS; 1/5 2005- Îro Serokwezîrê Tirk Receb Tayib Erdogan çû Îsraîl û piştî Îsraîl wê serdana Filistînê jî bike. Serdana Erdogan boyi Îsraîl bû sedema  devjenîya gelek mijaran. Aya Erdogan ji boyî ku Îsraîl naverîyê di navbera wî  û Bush de bike, ku dema Erdogan serdana Emerîka kir karibe bi Bush re hevdîtin pêk bîne? Ji ber ku li gora Ajansa Associated Press (AP), bû mehekî Erdogan ji serokê Emerîka bush randevu xwestîye, lê Bush hê tu bersîvek nedaye û ji Erdgan hatîye xwesti ku biçe Îsraîl!.

Li gora Ajansa Associated Press (AP), Erdogan dixwaza vegere rojên xwe yên herî geş û Ji boyî vê yekê Erdogan serdana îsraîl kir. Li gora şîrova vê Ajansê, Erdogan berê salek di hewa re di firîya û bi çavê Fatîh Sultan Mehmet li xwe dinêrî, lê îro  alozî di navbera Tirkîyê û YE û Emerîka de heye. Erdogan berî salekî dewleta Îsraîl bi kiryarên terorê tewanbar dikir, lê îro jî dixwaze wî gunehê xwe bi serdana îsraîl bide efûkirin.

Dema Erdogan bû serokwezîrê Tirkîyê, li ba desthiladarîya Bush û Lobîyên Cuhîyan bu ciyê kêfxweşyê û dema Erdogan serdana Emerîka kir, ja alîyê Bush va pir bigermî hatibû pêşwazîkirin û Bush gelek pesn û medhê Erdoganî kiribû. Her wusan Erdogan ji alîyê Lobîya Cuhîyan ve bi xelata " Cesurtîyê" ve hatibû xelatkirin.

Li gora agahîyan bû mehekî ku Erdogan  ji Bush randevû xwestîya, lê hê tu bersîvek nehatîye dayîn û ji erdogan hatîye xwestin ku:

" Berî her tiştî divê tu biçe Îsraîli" her wekî ji Îsraîl uzrê xwe bixweze!

Jêder: Vatanim.com

Dem: 1/5 2005  Seet: 13   şandine: serhed.Net        Vegere

 



 

 

Niviskar