**Menûya Kurdî**
 

Erdogan, diçe Dîyarbekir lê mirov dibêje qey Dîyarbekir welatekî din e

KSN/ 8/8 2005- Herwekî qet serokwezîrên dewleta  Tirk neçûbin Dîyarbekir, an jî mirov dibêje qey Dîyarbekir welatakî din e, vêca herkes li bendêyê ku gelo ka  wê Erdogan li Dîyarbekir çi bêje an jî çi çareserîyê bixwe re bîne Dîyarbekir.   Heta, hin kes hevdîtina Erdogan bi ronakbîrên tirk re wekî bazarkirina bi PKKê re dibînin. Birastî jî ma wê Erdogan peyamekî  ku ji dervayî sîyaseta deleta Tirk ya eskerîyê bêje?.. an li Tirkîyê hin tişt hatîne guhertin ku haya me jê tune.

Divê em bijîn û netîca serdana Erdogan ya Dîyarbekir  bi hevdûre bibînî. Em bijîn û bibînin ji bona hin kesan derbas dibe, lê bi ya min serdana Erdogan û netîcê serdana wî ya Dîyarbekir ji nihava kifş e. Sîyaseta Komara Tirk ya înkar û tunekirina miletê Kurd, ji roja avakirina wê hetanî roja îro hê berdewame. Esas xwedîyê dewletê esker in û eskerin tirk jî hertim li ser rijandina xwîna miletê kurd terfîy e û rutbe girtine û esker jî hê li ser kar in û jê nehatîne xwar. Ma gelo wê Erdogan li dijî vê yekê çi bêje?.. êê

Erdogan wê wekî serokwezîrên kevin, soza başkirina aborîya heremê bide û pirsa kurd û pirsa terorê bi hevdûve girêbide û micadila li himberî terorê dehbare bike. Wekî din ez bawernakim ku Erdogan karibe tişteka din bêje. 

Li Tirkîyê tucarî sivîl nebûne îxtitar ku hetanî sivîl karibe çarekî ji pirsa Kurd re bîne. Ji bona çaredîtina ji yek metre Laçika serê jinan, bi sedan hevdîtin, rica, dexalet, meş, semîne û çalakî hatin li darxistin, lê sîyaseta dewleta Tirk nikarîbû çarekî ji Laçika serê jinan re bidîtina. Vêce ew kesên ji serdana Erdogan ya Dîyarbekî hîkmetan dipên, divê hinek li mêjdemê sîyaseta dewleta Tirk ya înkar û wêrankirinê binêrin.

Mixabin qismekî ji Kurdan bi qestî berê xwe dane Hukumeta AKPê û her wekî hemû guneh yê AKPê ne, ku çima Hukumeta AKPê ji pirsa Kurd re li rêyeka çareserîyê nagere. Bê îstisna hemû Hukumetên ku li Tirkîyê hatine avakirin, bi tenê emr û fermana eskeran pêkanîne û bûne bi qurbana xeletîyên sîyaseta eskeran û di warê sîyasî de têkçûne.

Çareserkirina Pirsa Kurd ji Erdogan û yên wekî Erdogan pir mestir e. Erdogan û yên wekî wî, bi tenê lîstikvanên li pêş perde ne û li gora rola ku jê re hatîye birîn dilîzîn. Lê aktorên mezin yên paş perde ne û her tişt di destê wan da ye û bi wan çareser dibe.

Bi ya min ji bona çareserkirina pirsa Kurd, mirov dikare ji dîrokê numûne bînin. Li Rojhilata Navîn bi qîrîna Demokirasî, biratî û aştîyê tu kesî mafê xwe negirtî û Kurdên bakûr jî nikarin bigirin. Mesela Îraqê li ber çavê me ye. Çareserkirina pirsa Kurd li bakûrê Kurdistanê, ya wê wekî Îraqê be, yan jî wê wekî têkçûyîne dewleta Osmanî be. Wekî din hetanî ji hemdê Tirkan were mafê miletê kurd nadinê

 

 
Dem: 8/7 2005  Seet: 13  şandine: Serhed.Net        Vegere