**Menûya Kurdî**
 
Erdogan li Dîyarbekir bi serokên Beledîyan  re na cive

KSN/ 10/8 2005- Serokwezîrê Tirk Receb Tayip Erdogan îroj wê bi ronakbîrên Tirk re were ba hev û wê roja 12ê mehê jî biçe Dîyarbekir. Lê li gora ku di medyayê de derktîye, di pirogirama Erdogan ya Dîyarbekirê de, hev dîtina bi serokên Beledîyên Dîyarbekir re tune, tenê serokê Beledîya Dîyarbekir Osman Baydemir wê di merasima pişwazîkirina Erdoan de cî digire. Berîya du rojan min nivîsek derbarî serdana Erdogan ya Dîyarbekir de nivîsîbû û mirov dikare bêje ev nivîs jî berdewamîya wê nivîsêye.

Ronakbîrên tirk çi ji Erdogan dixwazin; an jî çi ji Erdogan re pêşnîyar dikin?

Dema mirov bala xwe dide daxwaz û pêşniyarên ronakbîrên tirk,  mirov  ji bona çareserkirina mesela Kurd tiştekî maqûl di daxwazên wan de nabîne. Wekî hercar  dixwazin bila PKK e bê şert û merc çekên xwe dayînin û hukumet ji hin gavan bavêjin. Ew gavên ku ronakbîrên tirk  dixwazin ku Hukumet bavêje, ne gavên sîyasî ne, bi tenê di warê civakî, aborî û perwerdeyî de  hin tişt werin kirin.

Mesela roknabîr ji eskerîyê naxwazin ku dev ji operasyonên berde, lê ji bona tunekirina pirsa Kurd serî li hin  rê yên bê eskerî didin û wan rêyana ji Erdogan re pêşnîyar dikin. Ji xwe piroblema herî mezin jî ev e ku esker bê navber operasyonên xwe didomînin û zulm û zordarûya wan ya li ser heremê berdewam e.

Bi tenê ronakbîr ji PKKê dixwazin bê qeyd û şert dev ji çekên xwe berde, ev jî ne ji bona çereserkirina pirsa kurd e, belku ji bona emn û îstiqrara miletê tirk û dewletê ye. Eger  birastî ronabîrên tirk jî wekî ronekbîrên Ewrûpa bûna wê daxwazên wan jî li gora pirobelmên heyeî bihatina rêz kirin.

Ji xwe ji nivîsa nivîskarê rojnama Hurriyetê Ahmet Hakan ya îro jî tê fêmkirin ku ronabîrên tirk, derbarî çareserkirina pirsa Kurd de ne hemfikir in û li ser daxwazên wan yên îroj wê pêşkêşî Erdogan bikin jî li hevdû nekirine. Lê di werê emn  û îstiqrara dewleta Tirk de hemfikir in.

Li gora agahîyên bi dest ketine wê serokên Beledîyên Dîyarbekirê  roja Pênşembê bicivin û derbarî serdana Erdgon ya Dîyarbekir de, bîr û rayên  xwe ji raya giştî re eşkere bikin.

Her kes li bendêye ka wê serokên Beledîyan Dîyarbekir çi bêjin.?

Gelo wê serokên Beledîyên Dîyarbekir helwesta Erdogan ya ku bi serokên Beledîyan re nacive, pirotesto bikin û Osman Baydemir xwe ji pirogiram pêşwazîkirin Erdogan bikişîne an wê Erdogan pêşwazî bike? Ev pirs û gelekî pirsên din tê bîra mirovan.

Gelo Erdogan wê guherînan bike pirogirama xwe û bi serokên Beledîyan re bicive?

Ez hêvîdikim ku serokên Beledîyên Dîyarbekir, helwesteka ku layîqê miletê Kurd e nîşanê Erdogan bidin û Erdogan pêşwazî nekin.

Eger Erdogan dixwaze behsa aştî û biratîyê bike divê berê hertiştî  serokên Beledîyên hilbijart  qebûl bike.

Erdogan li Dîyarbekir bi wan kesên ku dewleta Tirk temsîl dikin re hevdîtinan pêktîne, lê ew kesên ku milet temsîl dikin, wekî serokên Beledîyan jî nabîne. Vêca wê çi xêr di serdana Erdogan ya Dîyarbekir de hebe.?

Dilbirîn

 

 
Dem: 10/8 2005  Seet: 11  şandine: Serhed.Net        Vegere