**Menûya Kurdî**
 

Kurd dixwazin bila Sedam Huseyin li Kurdistanê bê Mehkemekirin

KSN/ 17/6 2005- Şêwurmedarê wezareta Mafê Mmirovan ya Hukumeta Kurdistanê xanima Edalet Umer Salih, xwest ku bila Sedam li bajarê Helebçê bê Mehkeme kirin. Helebçe  yek ji wan deverên ku bûye armanca êrişên hovane yên rejma Bees. Her wusan xanima Edalet Umer Salih dibêje; nabe bi tu awayî ku Sedam li derveyê axa Îraqê bête Mehkememe kirin.

Xanima Edalet Umer Salih ji dengê Îraqê re radigîhîne ku Sedam Huseyin li dijî xelkên Îraqê  kiryarên hovane pêk anîye û qebehtên mezin li dijî mirovatîyê kirîye. Vêca çawa  Sedam Huseyîn li dervayê Îraqê were Mehkemekirin. Bi sedan gorên tevkujî yên li Îraqê, delîlên wê yekê ye ku, divê Sedam Huseyîn hesab bide xelkê Îraqê û bi tayîbetî xelkên Kurdistranê.

Wê çawa xelkên ku kes û xismên xwe qurbanî dane û  wê çawa dayîkên şehîdan qebûl bikin ku Sedam li dervayê Îraqê, mesela li dewleteke wekî Swêdê bê Mehkekme kirn.

 

Çavkanî; Dengê Îraqê

 
Dem: 17/6 2005  Seet:009  şandine: Serhed.Net        Vegere