|
Qirkirina Ermenîyan li seranserê cîhanê hate
bi bîranîn
24/4
2005- Îro Roja salvegera irkirina Ermenîya ne û li seranserê cîhanê qirkirina
Ermenîyan ji hêla gelê Ermenî ve hete bi bîr anîn û dewleta Tirk hate
şermezarkirin. Bi tayîbetî
li Erîvan û Belcîka û gelekî deverên din bi deh hazaran miletê Ermenî daketin
kolanan û ji dewleta Tirk xwestin ku qirkirina Ermenîyan îhtiraf bike.
Dewleta Osmanî di 24/4 1915an
de emrê fermana Ermenîyan derxist ku Ermenîyan ji cîy û warin wan sirgûn bikin.
Her
çendî di arşîvên Osmanîyan
de emrê surgûnê hebe jî. lê di esasê xwe de, fermana qirkirina Ermenîyan dan û
miletê Ermenî li bavokê wîjadan cendirme û Alayên hemîdîye hiştin
û bêyê ku feqê bikin navbera jin, zarok, kal û pîran bi sedhezaran gelê
Ermen hatin qirkirin.
Li gorî belgeyên dîrokî mîlyon
û nîv Ermenî hatine kuştin.
min berî çend rojan
nivîsek li ser qirkirina ermenîyan bikitkitî(tafasil) nivîsîbû
(Bixwîne) ez naxeazim dîsa bi kitkitî
binivîsînim. Lê divê mirov bûyerên ku di
sedsala
18an de qewumîne baş
bizane ku karibe şîroveyeka bêalî bike.
Lê
çi dibe bila bibe, ji herdû
alîyan jî hovîtîyek ne mirovî li himberî hevdû kirine. Piştî
sala 1916an ku dewleta Rus Kurdistan dagirkir,
çeteyên Ermenîyan bi
sedhezaran miletê Kurd qirkirin û bi rimên serê tivingan zikê jinên kurd
yên bi hemle bi saxî diqelaştin
û zaroka wan jê derdixistin. Her wusan miletê Ermen jî ji alîyê Alayên Hemîdîya,
cendirme û hin
qebïlên Kurdan vê hatin
şewûtan din.
| Dem: 24/4
2005 Seet: 19
şandine: Dilbirîn
Vegere |
|