|

Enqere, 5/3
2005- Wezareta derûdor û daristanê ya Tirk navê rûvîyê Kurdistan
Vulpes Vulpes Kurdistanicum guhert.
Wezaret dibêje; me pêşî li wan gavên ku yekîtîya axa Tirkîyê xirab dikin,
girtin. Navê wan heywanên ku bi gotina Kurdistan û Ermenîstan
werin naskirin, li himber yekîtîya axa Tirkîyê tehdêdin, ji ber vê yekê
jî me navê wana guherandin.
Berê sê rojan
Nivîskarê malpera Serhedê Mucteba Baravî, biryara ku
Rêxistna
YM ya
bi navê UNDP, derbarî parastina rovîyê sor yên
Kurdistan ku li der û dora çîyayê Agirê dijîn weşandibû. Rêxistina
UNDP rûvîyê Kurdistanê bi nasnama Vulpes Vulpes Kurdistanicum dabûn
qebûlkirin û ji baoan parastina nesla vî rovîyê jî, alîkari dabû
Komela Xweşkirina Agirê.
Dewleta Tirk navê rûvîyê Vulpes Vulpes Kurdistanicum,
guhart kir Vulpes Vulpes gotina Kurdistan ji navê rakirin. Lê Rêxistina
UNDP-United Nations Development Programme- dibêje; Guherandina navê rûvî
nayê qebûlkirin, ji ber ku guhertina navê hin heywanan karê Alima ne û
divî bigori pîvan û qaîdeyên îlmî be, ancax bi dûmayîka kar û xebateka
zanistî ev nav ji hêla pisporan ve bi gorî literatorê tê binavkirin û
nav tê guhertin. Divê Wezareta Tirk vî guhertinê bi awakî ilmî bide
îsbatkirin.
Rayedarên dewleta Tirk îda dikin ku, hin kes û
rêxstin li himberî Tirkîyê van navana bikartînin ku xelkê hişyarbikin ku
li vanderana Kurd û Ermenî hanin û dijîn. Me jî bi van guherînana xwest
ku pêşî li van listikên ku li ser Tirkîyê tên lîstin bigirin.
Jêder Huriye: werger û şîrove Dilbirîn
|