**Menûya Kurdî**
 

Rojnamên Îngîlîz êrişên kirêt dibin ser Mufekirê Îslamî Yusûf el-Qerdawî

KSN/ 19/7 2005- Du  Rojnamên  mezin yên Îngîlîz" DAIL EXPRESS û SUN NEWS îroj di manştên xwe de êrişên kirêt birin ser Mufekirê Îslamî Yusûf el-Qerdawî.  El-Qerdawî, wê  di van demên nêzîk de biçe serdana Îngîltere. Rojnama DAIL EXPRESS dinivîsîne  ku " nehêlin ev merevê şerûd were Îngîltere" û Rojnama SUN NEWS jî dinivîsne ku " nehêlin bira ev waizê kirêt (bêmirêz) bi keve Îngîltere û divê li dervayê Îngîltere bimîne.  Di gel ku el-Qerdawî teqînên li Londonê bi tûndî şermezar kirbû jî, lê dîsa ev êrişên medya Îngîltere ji hêla Musliman ve nayê  fêm kirin.

Rojnamên Îngilîz ji rayedarên dewletê dixwazin ku nehêlin  Yusuf el-Qerdawî were Îngîltere. Rojname dinvîsînin ku piştî teqînên li Îngîltere, bi demek kurt el-Qerdawê ji bona Konferansek hatîye vexwendin. Li gora Rojanaman, sala par jî el-Qrdewaî çend caran hatîye Îngîltere û çûye   YDE yê

DAIL EXPRESS dinivîsîne ku gelek ji komela û lobîyên Îsraîl bi tûndî li dijî serdana el-Qerdawî derdikevin. Herwusan  di Rojnamê de,  serokê  rêxidtina Remezan  Muhemed Şefîq radigîhane ku Yusuf el-Qerdawî, di nava cîhana Muslimanan de mirovek bi rûmet e û ji bona pir alîbûna dînan û dewlemendîya Kulturî wê di 7 Îlonê de were Îngîltere.

Rojnama SUN NEWS jî dinivîsîne ku el-Qerdawî piştgirîya terorê dike û li gora berjewendîyên terorê di axife. Ji ber ku el-Qerdawî di hevpeyvînek televîzyonê ya sala par de gotibû ku, kesên xwe li Îsraîl di teqînin ne teror e belko şehadet e.

Derûdorên Îslamî dibêjin; Rojnamên Îngilîz ji aştî û aramîyê re xizmetê nake, ji ber ku divê Mufekirekî wekî Yusuf el-Qerdawî ne be armanca êrişên waha  kirêt. El- Qerdawî û kesên ku terorê dikin, di gategorîkîde dîtn û  bi destek girtin, bêrêzî ye û dijatî û dujminîya herî pîs û pelît e û ji bilî kîn û nefretê bi kêrî tiştekî nayê.

Çevkanî: El-Erebîye

Amedekar: Dilbirîn

 
Dem: 19/7 2005  Seet: 22  şandine: Serhed.Net        Vegere