Roja Duşema bê, wê mehkema Sedam Husyin û
hevalên wî dombike
KSN/
26/ 11 2005- Roja Duşema bê, wê
mehkemekirina Sedam û hevalên wî dest pêbike. Di 19
Cotmeha derbasbûyî de, Sedam Huseyin û hevalên wî cara yekemîn
ji bona qirkirina gundê El-Dicilê hatibûn
mehkemekirin. Rejma bess di sala 1982an de, li
gundê
El-Dicila şîî bi sedema ku li himberî Sedam
Huseyin bûyereka xwekujî pêk hatibû,
148 kes kuştibû. Ji jêderên Emerîka hate
ragihandin ku, wê roja Duşemê mehkema Sedam û hevalên wî disa
dest pêbike û heke astengîyek dernekeve wê sê rojan bajo.
Li gora ku hatîye ragihndin, vê
carê wê şahid werin û li ser Sedam û hevalên wî şahidîyê bidin.
Ji bona ewleyîya jîyana şahidan, em rûyê wan nîşan nadin û wê
di pişt perdê de îfadê xwe bidin.
Bi kêmasî wê yek ji parêzerên
Sedam Huseyin beşdarî mehkemê bibe. Lê heke kesek ji parêzerên
Sedam Huseyin beşdarê mehkemê nebin jî, wê mehkeme
parêzerek ji Sedam re testnîşan bike.