|
|
|
|
|
|
|
Rêzdar serokwezîr, gelo kurd asîmlebûne yan entegre bûne? |
|
Serokwezîr
Erdogan li Elmanya xwest ku Lîse û unîversîteyên Tirkan vebin
û got ”Asîmilasyon gunehkariyeke li hember mirovahiyê ye”.
Elmanî gelek hêrs bûn.
Dibe.
Ez jî fikirîm, gelo ez Tirkekî Asîmile me?
Yan Tirkekî entegrebûyî?
Kalikê min Çerkez-Kabardey, Diyadiya min Gurcî, Kalikê min ji
girava Midillî. Diya bavê min ji Makedonya ya Yûnanî serezê tê.
Lê heçî ez im ne têkiliya min bi Çerkeziyê, ne bi Gurcîtiyê û
ne jî bi Makedoniyê ve maye.
Naxwe ez wê gave asîmile me? Yan entegre me? Diyar e ku ez
asîmile me..
Lewra ez tu tiştekî derbarê reh û rêçikên xwe de nizanim. Haya
min ne ji adetên wan û ne jî ji zimanê wan heye. Di dibistanan
de tiştekî weha fêrî min nekirin.
Ehmed Tirk hat bîra min.
Paşnavê wî Tirk lê ew bi xwe Kurd.
Hem jî Kurd lawê Kurda!
Gelo asîmile ye yan entegre?
Ma tu henekê xwe dikî?
Ji xwe re lê binere, nehiştine paşnaveke Kurdî jî lixwe bike.
Dewleta me derbarê mijara Kurdî de gelekî bi biryar çûye. Çawa
ku nehiştiye navên kurdî li zarokên xwe bikin, wisa jî navê
gund û bajarokên wan, çiya û kevirên wan jî kirine bi tirkî.
Ji 1920 an û virve li deverên ji çivakê re vekirî axaftina
kurdî hatiye qedexekirin (rêveberiya 12 Îlonê ya Eskerî di
sala 1983an de ev yasaya hanê li bayê rêya xwe nuh kiriye.)
Heta bi salan dewleta me gotiye Kurd tine Tirk heye!
Zimanê wî, çanda wî, bi kurtî nasnameya Kurdî bi her awayî
înkar kirine.
Dewleta me yên ku gotine Kurd û Kurdistan heye, bi salan
zindanî kirine.
Bi kurtî fêrkirina Kurdî hatiye qedexekirin.
Radyoya Kurdî hatiye qedexekirin.
Televizyona Kurdî hatiye qedexekirin.
Weşana bi Kurdî hatiye qedexekirin.
Ev qedexeyên hanê ta îroj jî bi awayekî tête xwestin ku were
berdewamkirin.
Heke niha em ji Ehmed Tirk bipirsin:
Gelo tu Asîmile yî yan Entegre?
Ez nizanim, gelo ewê jî mîna Elmanan xwe ji vê pirsê hêrs bike
û bêje ”De vê sibeha hanê tu çi ji min dixwazî ji ser serê min
biqewite!”
Lê Xwedê zane di van rojan de yê ku ev pirs dê jê were kirin
Teyyi Erdogan e.
Birêz Serokwezîr,
Gelo Ehmed Tirk Asîmile ye?
Yan Kurdekî entegrebûyî ye?
Mirov dikare pirsa xwe weha jî bike:
Birêz serokwezîr,
Gurcî, Çerkez yan jî yan jî yên mina Ehmed Tirk Kurd lawê
Kurda hatine asîmîlekirin yan entegrekirin?
Sayın Başbakan,
dibe ku bersîva we balkêş be.
Ez jî digel nerîna we ya ku “asîmilekirin gunehkariyeke li
hember mirovahiyê ye” me. Bi taybet di sedsala 18 û 19an ve
virve hema hema hemû dewletên li ser bingehên netewetiyê hatin
avakirin ev gunehê hanê yê mezin têra xwe kirine. Ji vê hêlê
de ez bawer nakim ku kesek ji derveyê wê bimîne.
Binerin, hêj beriya çend rojan, serokwezîrê ji partiya karker
a Avûsturalya Kevin Rud derket ser kursiya parlamentoyê û ji
gelê xwecî yê Aborjina lêborîna xwe xwest.
Jibo çi?
Lewra dewleta Avusturalya sedsalekî siyaseta asîmilasyonê bi
awayekî herî dijwar dabû meşandin. Bi awayekî wisa ku zarokên
Aborjîna ji malbatên wan bi darê zorê hatibûn veqetandin û bi
perwerdeyeke ku reh û rêçikên wan tine didîtin dihatin
perwerdekirin.
Belê birêz Erdogan,
Ez tevlî we dibim, asîmilasyon (bişaftin) gunehkariyeke li
hember mirovahiyê ye.
Niha ez ji we dipirsim:
Li Tirkiyê Kurd asîmile ne?
Yan Entegre?
A rast ez di meraqa bersiva we de me.
h.cemal@milliyet.com.tr
wergêr: Mucteba Baravî
|
|
Amadekar: Mucteba
Dem: 02/19
2008
Seet00: 30 |
|
|
|