serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

 RÊYA LI HEVKIRINÊ- Dr.Cuwan Batû

 

KSN/ 16/12 2005- Xuya ye ko tiştek ji yekîtî û lihevkirina mirovan zehmettir nîne. Lê li aliyê dî jî, gava mirov şert û mercên wê bizanibe ew li ber mirovan rehet dibe- hingê tiştek ji wê xweştir nîne. Li layekî dî; li pişt yekîtiyan, lihevkirin û herweha nelihevkirinan gelek kar û bar,dîtin, serpêhatiyên taybetî yên psîkolojîk tên meydanê, heya ko mirov li hev dike yan jî nake.

Di vê nivîsê de dixwazim em bi hev re li ser vê yekê rawest in.

Di pêşiyê de divê em ji xwe bipirsin:

Gelo çira hertim daxwaza ”yekîtiya me kurdan” di rojeva me de ye?”.

Gelek xuyaye ko rojev li gor şert û rewşan, rojê/an çend caran dikare were guhertin. Û pêwîst e jî were guhertin.

Lê gava mirov berê xwe dide rojeva me kurdan, mirov dikare bêje ko va ye sedên salan in daxwaza ”yekîtiya kurdan” ji rojeva me derneketiye. Nexwe di vir de xeletiyek heye ko em nikarin vê daxwaza yekîtiyê ji rojeva xwe derêxin dereceya duyem, sêyem û li şona wê tiştin dî girîng di rojeva xwe de bi cih bikin.

Bi kurtî, daxwaza yekîtiyê beşek ji rojeva me kurdan digire û ew jî dibe asteng ko em nikarin ser tiştên dî baş bixebitin.

Loma jî, pêwîst e ko em rojeva xwe ya daxwaza Yekîtiyê çareser bikin da ko ew rojeva me kurdan gelekê meşgul neke. Lê bêgoman em dizanin ko ev daxwaz gelek girîng e û wê hertim di roja me kurdan de hebe ko çareser bibe.

Ji bo vê çendê, pêwîst e em pêşîn li sîstema dayin-standinê binêrin. Em li gor diyalogekî li vê yekê temaşe kin, wek:

Binêre fig. 1                                                                  

Em dikarin fig.1 weha şirove bikin:

Xalê a: Hemdîn û Şemdîn berê xwe dane hev da ko ew li ser kar û barekî munaqeşe bikin û bi hêviya ji encama vê guftugoyê ew li hev bikin. Ew xeta (->) ko di bin lingê wan de rojeva wan ya îro dide xuyakirin û ew ser wê xetê dimeşin. Ango xalê ”a” rojeva wan ya aktuel e, ya niha ye. Û wê ew lihevkirin yan jî nelivhevkirina wan ya niha û bo rojên were bide tayin kirin. Em dikarin ji vê xalê re bêjin ”têgihiştina xuya, berbiçav”.

Xalê b: Têgihiştinên, dayin-standin û serpêhatiyên kevn in. Ew mîna zîkzakê ne. Geh li jêr e, geh li jor e- ango geh baş in, geh nebaş in. Em jê re bêjin ” têgihiştina veşartî, nexuya, ya dervayî bîra mirov”.

Gava mirov berê xwe dide vê fig.1, mirov dibîne Hemdîn û Şemdîn di serê xwe de gelek pirs, şik, dîtin bo hevûdu hene. Berî ko ew hevdu bibînin, di serê wan de pirsgirêk li ser vê hevdîtinê hene û ew dilxwazin ko vegerin mala xwe. Ji ber vê yekê ko şik li ser li hevkirina Hemdîn û Şemdîn de hene.

Li gor psîkolojiyê, beşê psîkoterapiyê ya helkirina girêkên dayin-standinan, du beşên têgihiştina van her du xalan hene. Yek analytic (dinamic) û yek jî kognitive e.

Li gor beşê analytic, mirov li gor têgihiştin, dayin-standin û sepêrhatiyên kevin ango ”veşartî” û yên niha, ko di rojeva mirov de ye, dide û distîne.

Modela analytic psychoterapi, ko Simon Freud berî 150 salan bingeha wê sazkiriye, dibêje ”çi problemên,(girêkên) ko bi mirov re çêdibin ew xwe li dereke bîra (hafizeya) mirov de cih dikin. Û wan birheke xwe gelek girîng ser dayin-standinên mirov yên rojane hene. Ji ber vê yekê ye û pêwîst e ko mirov xwe ji wan xilas bike. Lê hene wê ew hertim serdestê dayin-standinên mirov bin. Lê li aliyê dî jî, mirov bi wan girêkên rabirdu (çaxê berê), ango ew girêkên ”veşartî (b)” nahese, pê nizane ko ew hene. Û bê ko mirov pê bihese, ew probleman ji dayin-standinên mirov yên rojane re çê dikin.

Ev rengê pêkanîna têgihiştina dayin-standinê dikare di neqeba kesan de, her weha jî ya rêxistinan de çêbe, hîç ferq nîne.

Ango, divê mirov binê girêkên xwe bikole, sedema peydabûna wan derêxe meydanê û ji vê jî birha (tesîra) wan ser mirov kêmtir dibe. Lê hene, wek ko ew di fig.1´de tên xuyakirin, wê girêkên rabirdu hertim wek stiriyan xwe di binê lingê mirov re bikin xwar û ji wê jî birha xwe li dayin-standinên mirov yên rojane bikin.

Bi kurtî, heya mirov li ser rabirduyî xwe nesekine û xwe ji wan xilas neke, mirov nikare dayin-standinek baş bike.

Û li gor nimuneya me ya jorê, ev yeke bi awayekî negatif, li dayin-standinên Hemdîn û Şemdîn dike. Ew jî dema berê xwe didin hev, li ser hev bi şik difikirin û di serê wan de ”tu feyde di vê hevdîtinê de nîne” heye. Di virde her çiqasî berê wan bi hevdu ve bin jî, lê di serê wan de veger heye.

Ger em li gor modela kognitivê bifikirin, ko Aron Beck û Carlos Perris sazkarê wê ne, ev model berê xwe nade rabirdu (çaxê berê), ew berê xwe dide: ”ji vir û pê de”. Ango girêkên berê mirov nikare tiştekî bi wan bike- ew çêbûne, qediyane, ne hewceye ko mirov wextê xwe bi wan derbas bike. Ew tenê girêkan ji mirov re çêdikin. Vêca hewceye ko însan berê xwe bide rojên were û li ser wan bifikirin. Divê mirov hewil bide ko xwe ji girêdanên berê xilas û azad bike da ko mirov bikaribe hêza xwe li rojeva niha bide.

 

Modela kognitivê dibêje: Divê mirov ”ji vir û pê de” li girêkan binêre û wan hel bike. Xwe bi girêkên kevin ve mijûl neke. Ji ber vê çendê divê mirov ”behsa” girêkên rabirdu neke. Ger mirov rojeva xwe bi wan jî dagire ew dibin asteng li pêşiya helkirina girêkên niha, rojane.

Berê modela analytic pychoterapi li seransera dinê dihate bikaranîn, lê piştî derketina modela kognitive destpêka  sedsalê 20-an, ev modela dawiyê (kognitive) niha hin bi hin hefsarê vê meselê girtiye dest xwe û ew bêhtirîn li Emerîka û li Ewropa tê bikaranîn.

Ger em berê xwe bidin vê yekê (li gor kognitive) fig.2, mirov dibîne ko Hemdîn û Şemdîn ”dîwarek (c)” xistine di neqeba girêkên xwe yên rabirdu û rojeva niha de. Ev yeka dibe egera ko girêkên berê nikare birha xwe li dayin-standinên wan yên niha bike.

Hemdîn û Şemdîn bi rojeva niha ve mijûl dibin û ew destê xwe bo hevkariyê dirêjî hev dikin û ne dûre ko li hev jî bikin.

Li gor dîtina min, qenciya rêya kongitive ew e ko insan xeletî û şaşiyên hev nade rûyên hev; ew nakeve konfliktan (dijberiyan) de û ew hevdu efu dikin û dikarin li hev bikin.

Bi kurtî mirov dikare bêje:
1. Divê mirov rojeva xwe ”ji vir û pê de” tayîn bike.
2. Pêwîst e ko girêkên rabirdu nebe serdestê rojeva mirov ya niha û herweha xeteke, dîwarekî qalind (c) di neqeba rabirdu û niha de dane (binêre fig.2)
3. Di pêkanîna van noqteyên jor de, divê mirov bi durust û xwedî biryar hereket bike.
 
Çavkanî:
1. Kgnitive terapi i teori och praktik, Carlo Perris, Natur och Kultur, 1996, Sverige.
2. Dynamisk psykiatri, Professor Johan Cullberg, Bokförlaget Natur och Kultur, 2001, Sverige

 

 

Çevkanî: kurdistandailynews.com Amadekar:   Dr.Cuwan  Dem:  16 /12 2005           Seet 20: 30





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî