KSN/ 14/
10 2005- Rojek ma ji referandûmê re, medya erebî ji bona
destura Îraqê neyê qebûlkirin, piştgirîya rêxistina El-Qaîde
dikin û tehdîn El-Qûde di weşînin. Rêxistin El-Qaide
endemak ji partîya Îslamî ya Îraqê kuştin û beyanek derbarî
serokê partîya Îslamî ya Îraqê Muhsin E. Hemîd de derxistin ku
Muhsun E. Hemîd murtede û divê were kuştin. Îroj bi çek êrişî
çend baregehên partîya Îslamî kirine û emrê kuştina
endamên partîya Îslamî derxilst.
El-Qaide,
Partîya Îslamî wek hevkarê Îsraîl û Mosadê îlankirine ku çima
partîya Îslamî ji bona destura îraqê dengê "erê "bikar tîne
Partîya
Îslamî yek ji partîyên erebên sunî ya herî mezin e û berê du
rojan li gel hukumeta Îraqê li hevkirin ku wê dengê erê bidin
destûra Îraqê.
Di gel ku
partîya Îslamî ya Îraqê vekirî got em ji desturê re dibêjin
erê jî , lê Rojnama Quds-el Erebi bi manşetek mezin nivîsîye "
Na ji bona destura Îraqê ji ber ku Îraqê perçe dibe " û
li binî ji Partîya Îslamî ya Îraqê nivîsîye.
Piranîya
medya erebî berdevkîya rêxistina el-Qaide dikin û jobona
destura Îraqê neyê qebulkirin, a ji destê wan tê para nadin.