|
Rêwîtîya min ya
Elmanya
KSN/ 5/8 - Zûdabû hin kes û rêxistinên îslamî û netewî li bidêbû ku ez
biçim Elmanya û em hevdû bibînin. Bû nesîb
û ez çûm Elmanya, me û gelekî kes û rêxistinan hevdû dîtin. Çewa
li piranîya Ewrûpa kar û xebatên netewî û Îslamî kêm bûne, her
wusan li Elmanya jî ew qelsî û sistî heye. Mabesta serdana min ya
Elmanya hev naskirin, bihev re karkirin û devjenîkirina li ser kil û
kêmasîyên me yên muşterek bû
Di piranîya hevdîtinana de, pirsa `eqìdê û
fêmkirina Qur`ana pîroz derdiket holê ku esasê xebateka îslamî û netewî
divê li ser esasê `eqîdê û fêhmkirina Qur`ana pîroz were avêtin ku
karibe xebateka bi xêr û bêr were meşandin. Berê niha gelekî kesan li
ser navê Îslama pîroz kar û xebatên ku ne layîqê Musliman û Îslamê bûne
kirine, lê xeletîy û şaşîtîyên wan li Îslam û Muslimana bûye bar. Ji
bona carek din mirov nekeve van kar û xebatên bêkêr, divê xebat û
kerê Muslumanan li gora normên Qurana pîroz were hûnandin
Li gora dan ûnsitendinên me, di gel astengî
û ne tehmulkirina dewleta Tirk, milet dixwazin berê xwe bidin welat û li
wêderê kar û xebatên xwe bidomînin. Her kes gihîştine wê qinaetê ku li
Ewrûpa kar û xebatên ku ew dixwazin neyên kirin û ji ber vê yekê ye ku
divê bizivirin welat
Yek ji van rêxistinê Îslamî ku ez çûbûm
serdana wan CIK ( HIK) bû. Yanî; Herekata Îslamî ya PKKê bû. Dema
ez çûm Mizgefta Hagenê min Seydayê xwe Mele Şafiî Li wêderê dîti.
Lê tiştekî ku ne normalbû bala min kişand. Jixwe der û dorê
PKKê bi piranî bi tirkî dinivîsînin û dixwînin, lê min qet bawernedikir
ku CIK jî bi tirkî binivîsînin. Li ser derîyê Mizgefta Hagenê û agahîn
derbarî cemetê û Mizgeftê de hemû bi tirkî nivîsîbûn. Min pirskir ku
gelo ji ji bona çi hûn bi kurdî nanivîsînin hûn bi tirkî dinivîsînin? lê
min bersîvek maqûl negirt
Bi rastî ev yek bi serê xwe malwêranîye ku
Muslimanên Kurd bi tirkî binivîsîne û bixwînin. Bingeha ziman, çand û
hunera Kurdî Şêx û Mela û Medresên Kurdistanê bûn, lê tu were bala xwe
bidê ku îroj Mela û Mizgeftên Kurdistanê jî bi tirkî dinivîsînin
Nêrîn li ser nivîsa Dilbirîn; "Rêwîtîya min ya
Elmanya
BIRAHÎM XELÎL SIRÛCÎ,
Sýlava xwedé lý ser we ù lý ser hemù gelén mýsýlman
ù býndest be
Býrayé delal, gera te ya
almanya baþ e. Te lý wé deré pýr insanén xweþ dîtîye. Te
dýxwest HÝK é ji xwe býbýni. Lé nývisa týrki çewa xweþé mýn nayé wýlo
jì xweþé te jì nehatìye.Te disa insaf kýriye ù te rexnén gýran
nekýrýne. Ez bùma mýné hin týþtén xerab býgotana.mýrov doza kurd,kurdi
ù kurdistané býke ù eleqa xwe jì bý tu awayi bý kurdire týnebe.Gelo ev
çiye?Hinek wé béjýn qeþmeri hýnekji wé béjýn durûti.Sedemé van týþtan
em hemù dizanýn. Lé yén rastiyan béjýn jì kémýn.Yén dýbéjýn ji em
tamaþe dýkýne çý té seré wane.
Em kurdýn u doza kurdistané
dýkýn.Zýmané me ji kurdi ye.em tené welatéki azad u bý huzýr dýxwazýn.
Ne kominizm ne sosyalizm ne ji týþteki dýn.Yén ku dýbéjýn em kurdýn u
péþengén kurdanýn býla van týþta zanýbýn. Ger nýzanýbýn wé dawiya wan
ji rojeké were. Weke te gotì mýrov jý réxýstýnén PKKè yi vì
týþti dýpé. Lé mirov ji hik é napé.Çewa kurdén mýsýlman meleyén dýlsoz
vì týþti qebul dýkýn.u jý wé rewþé memnunýn???????
ibrahim_otkun@mynet.com
|