KSN/
9/ 2005- Xwedayê ku însan ji tûnetîyê de
afirandîye ew serberdayî jî nehiştîye. Bi şandina pexamberan
di derbarê rîya rast de ew agahdar kirine. Pêxamberbûna însanê
yekemîn Hz. Adem (as) jî nişan dide ku Xwedê tu car însan bê
vehîy nehiştîye. Xwedayê ku însan afirandîye herî baş dizane
ku ji bona însanan çi baş û ne baş e. Loma em misilman qet
şiphe nakin rîya ku Xwedê ji me re bi wesita pexamberên xwe
nîşan da ye herî rîya rast e.
Pexamberê dawî Hz. Mihemmed (sav) eynî mîna pêxamberê pêşin
Hz. Adem (as) emrên Xwedê yek bi yek di nav civaka xwe de bi
gotin û pratîkên/emelên xwe hanîn cîh û nîşanî wan da. Ji ber
ku jîyana Hz. Mihemmed pratikkirina Qur’an-a Pîroz e ew ji
bona misilmanan mînak/nimûne ye. Em bi îfadekirina kilîta derê
îslamê kelîmeya tevhid “La îlahe Îllellah, Mihemmed Resulleh”
rêbertîya Hz. Pêxamber tînin zimên. Yanê bi vê kelîma em
dibêjin ku “em bê Xwedê tu îlah qebûl nakin hemû emr û nehîyên
ku pêxamber Mihemmed (sav) ji me re hanîye di rêbertîya wî de
qebûl û testîq dikin.
Ji
ber ku em gihîştine meha remezanê dixwezim ku di derheqa
giringîya rocîyê û meha remezanê de bi kurtayî hinek
bisekinim. Dema mirov xwest ku di derheqa girîngî û maneya
prensibek îslamê de tiştekî bibêje mecbûre ku Qur’an û sunneta
pêxamber (sav) binêre. Ji ber ku prensîbek wusa giringîya xwe
ji wêderê digire.
Meala du ayetên di
derheqa ferzîyeta rocîyê wusa ne:1
“Hey ew kesên bawermend! Rocî çek ji kesên ku pêş we re hatîye
ferzkirinê we re jî hatîye ferzkirinê ku hûn hember Xwedê
hajîya mesûlîyeta xwe bibin”2
Meha remezanê ku Qur’ana ji bona însanan rêbere û rastîyê û
nerastîyê ji hev derdixine di vê mehê de hatîye vahîy kirin.
Ji we de kî gihîşt vê mehê bila wê bi rocî derbaz bike. Kî ku
nexaş an jî rêwî bû bila qasî rojên rocî negirtîye dû re
bigire. Xwedê ji bona we rihetîyê dixweze, çetinîyê naxweze.
Ji we temamkirina va rojana û ji bona ku rîya rast nîşanî we
dayê jê re tekbîr hanînê (Wî mezin zaninê) û şukir kirinê
dixweze.3
Dema rocî hat gotinê hema ji paşîvê heyan fitarê nexarin û
nevexarin tê bîra me. Halbûkî di ayeta yekemîn de Rebbê me
hîkmeta rocîyê wusa tîne ziman: “... Rocî çek ji kesên ku pêş
we re hatîye ferzkirinê we re jî hatîye ferzkirinê ku
hûn hember Xwedê hajîya mesûlîyeta xwe
bibin”
Hela em xwe binirin ku hember Xwedê mesûlîyeta xwe tînin cîh
an na. Êmê wê demê pirrayî pê bihesin ku bi rastî naynin cîh.
Xwedê kêmasîya însanan dizane ku her demê derîyê
lêborinê/tobeyê vekirî hiştîye. Loma meha remezanê ji bona me
kesên gunekar û bi xeta re firsendekê pir mezine.
Ger em hema tobe bikin û xwe serrast bikin. Em
bîr nekin ku tobe kirin ji bona dubare nekirina eynî xetayê
soz dayine.
Di
ayeta duemîn de Xwedê bala me dikşîne di meha remezanê de
nazîlkirina Qur’anê û sifetên wê. Qur’an ne ji bona mirîyan,
ne jî ji bona di malê de dardakirinê nazîl bûye.
Wê
çaxê çima em meha xwe ya remezanê bi Qur’anê manîdar nekin?
Yanê em çima Qur’anê nexwînin û xwe re nekin rêber. Dema em
vanê bi dil bixwezin Xwedê jî wê bike nesîbê me. Va meha bi
bereket ji bona destpêkirinek wusa pir demekê minasibe.
Dema
em di wî warî de bi dil gava yekemîn bavêjin Xwedê jî me re
alîkarîyê bike. Ji bona misilmanekî karê herî girîng
destxistina riza Xwedê ye. Meha remezanê jî di wî warî de
îmkanekê mezin dide me.
Meha we ya remezanê pîroz be!
Hesen Polat
26.09.2005, Bad Urach
1
Di mealkirina ayetan de meala Muhemmed Esed û ya Alî Bulaç
hatîye îstifadekirinê