Rêjîma Baas li Sûriyê diheje
Cankurd
11.11.2005
Sûriye
ji sala 1963ê da, di bin destên partiya Albaas Alarabî
Alîştîrakî da ye. 42 salin gelên sûrî ji azadiya ramiyarî,
demokratî û mafên mirov bêpar mane, bi taybet jî gelê me yê
Kurd, ku nêzîka % 17 ji teviya rûniştvanên sûrî ye.
Di van
42 salan da, bêkarî, belengazî û hejarî deh qatan ji berî
destpêkirina deselatdariya Albaas bêtir bûye. Hem Mafiya aborî
û hem jî ramanên têrorî ciyê xwe di nav civaka sûrî da
girtine. Kuştin, lêdan, talankirin, dizîkarî, sextekarî û
bedkariyên cûrecûre pir belav bûne. Çînên binî bêtir ji ber
zorbaziya partiya Albaas dinalin. Ev jî egerek ji wan egeran
bû, ku bi hezaran ciwanên kurd, çi mêr û çi afret, bi ber bayê
PKK ketin û berê xwe dan çiyayên Kurdistanê, bi armanca, ku
biçin tev li şerê çînî û xwînî yê PKK bibin. Em giş dizanin wê
livê çi encam da.
Li
Sûriyê, di bin zordariya Baasiyan da, du serhildanên xwînî
çêbûn, yek di dema Hafêz Alasad da û yek jî di dema
kurê wî Beşşar Alasad da. Di sala 1980ê da, ku jê re
dibêjin serhildana îslamî ya Ixwan Muslimîn çêbû. Di wê
serhildanê da bêtir ji 50.000 mirov hatin kuştin. Parek ne
biçûk ji wan kuştiyan li bajêrê Hema bû. Li wî bajêrî
jî gelek êlên Kurdan ji dema Eyûbiyan ve bi cih û war
bûne. Malbatên wek Berazî, Silo, Qadir Axa, Zaîm û
hinekên dî Kurdin. Du rêberên tewr mezin ên Ixwan Musilmîn jî
hîngê Kurd bûn, yek ji wan mejiyê wan û niviskarê navdar
Saîd Hewa û yê dî birêvebirê tevgera wan ê bi navê
Ednan Saadidîn. Ji malbatên Silo û Berazî
wezîr û serekwezîr jî pêda bûne û ji malbata Zaîm
serekê komarê Husnî Zaîm hebû. Serhildana dî sala 2004ê
di 12ê Avdarê da çêbû. Ew serhildanek neteweyî bû. Ya gelê
Kurd bû. Ew li teviya herêma rojavayê Kurdistanê belav bû. Ji
ber wê jî gelek Kurd hatin girtin, binzorkirin, lêdan û
kuştin. Ji wê demê ve jî neyartiya deselatdariyê bi gelê Kurd
re hîn ji berê mestir bûye. Mixabin hinek basikên tevgera
neteweyî ya gelê Kurd di vê serhildanê da û paş têkçûna wê,
bûn alîkarên dewletê û bê bi destxistina tiştekî berçav
deselatdariya dewletê di herêma kurdî da ji nû ve hat bi
cihkirin û ew serhildana pîroz wek "fîtne" hat bi navkirin.
Kesekî wek Şêx M. Xeznewî, ku piştvaniya serhildanê
kiribû, hat kuştin.
Serekê Sûriyê yê niha Dr. Beşşar Alasad di (34) saliya
xwe da bû serekê komarê, ciyê bavê xwe bê hilbijartin girt. Ji
bo rêbazkirina vê neqenciyê, destûrê dewletê di zikê saetekê
da hat guhartin. Ev kes e dema bûye serek, soz bi devê xwe da
gelên sûrî, ku ewê deriyê welêt bo bayê teze veke, rêformên
aborî û ramiyarî çêbike, bedkariya karmendên dewletê tune bike
û wê Sûriyê bigihîne qonaxek nû, ku tê da mafên mirov,
azadiyên ramiyarî û azadiya aborî bên paristin. Ji van sozan
ta niha tiştek bi cih ne hatiye. Ew "Behara Şamê", ku
demekê paş destpêkirina serekatiya Beşşar Alasd
kintirîn behar bû di dûroka mirovatiyê da. Niha gelek rêber û
pêşengên demokrat û kesên li mafên mirov xudan derdikevin
girtîne, ji zû ve di zindanê da ne. Ji wan yek profêsorê
aboriyê yê navdar e, Arêf Delîle, an jî andamên
Encumana Gel in wek Riyad Sêf û
Mamûn Humsî...
Di
Lubnanê da, leşkerê sûrî gelek salan ma. Ew leşker li gor
peymana "Altaêf" bo rawestandina cenga lubnanî derbas
wir bû. Lê rast ev leşker bi karên nebaş di Lubnanê da rabû.
Ew bû leşkerê talankirin û binvekirina gelê lubnanî. Bêtir ji
20 salan Sûriyan di Lubnanê da zordariya dewletê biribû û pir
kesên ji vê yekê hosan bûbûn dane kuştinê. Gelê Lubnanê nema
pêvegirêdana welatê xwe bi Sûriyê ve dipejirînand. Pir kesên,
ku li ser vê yekê nivisandine an nerazîbûna xwe anîne zimên an
dij bi hebûna leşkerî ya sûrî di Lubnanê da xebitîne, hatine
windakirin, girtin û bersûckirin. Li vê dawiyê serekwezîrê
lubnanî Refîq Herîrî, ku maldarek navdar bû, bizava xwe
bo pêdakirina livek civakî, çandeyî û aborî-ramiyarî kir, dij
bi hebûna Sûriyê di nav çavên gelê wî da. Ew li gel 22 kesên
din bi livbaziyek têrorî ya kirêt hat kuştin. Berî kuştina wî
Beşşar Alasad bi xwe gef û gurr dabûn wî û gotibûyê:"Ezê
Lubanê di seriyê te da bişkînim."
Encumana Hêminiya UNO biryarek bi hejmara 1559 derxist, ku
hebûna leşkerî û îstîxbaratî ya sûrî li Lubanê nemîne û di
warê kuştina serekwezîrê lubnanî Refîq Herîrî da
lêkolînek fireh çêbibe. Ew kar dan dest dadkarê alman
Detlef Mehlis, ku kesekî di van kar û baran jêhatî û zîrek
e. Li ser rapora wî ya, ku ji 58 rûpelan e, gelek guman li ser
Sûriyê pêdabûne. Mehlis di rapora xwe navên mezinên
dewleta sûrî tîne zimên. Di wê ortê da wezîrê hindirî yê
Sûriyê, ku berê deselatdarê rastîn ê Lubnanê bû, General
Ghazî Kanaan jîna xwe ji dest bir. Kurê wî yê, ku li
Amerîka dijî, daxwaznameyek bo lêkolînê li ser mirina bavê xwe
daye dadgehê, ew guman dike, ku bavê wî jî hatiye kuştin. Di
nav navên, ku Mehlis dixwaze wan bibe Lubnanê û jêpirînê li
gel wan bike, zavayê Beşşar Alasad (Asif Shewket)
heye û serekê îstîxbaratê Rustem Ghazalî, ku dibêjin ew
Kurd e. Evana li gel birayê Alasad (Mahêr) du
stûnên bi hêz in di rêjîma sûrî da. Heger evana bikevin,
deselatdariya Alasad jar dibe.
Beşşar Alasad
di axiftina xwe ya
dawî da, roja 10.11.2005, da xuyakirin, ku ewê li gel
Mehlis li gor biryarên UNO 1559 û 1636 kar bike, lê ew
seriyê xwe naçemîne, ewê berxwedanê li hember Amerîka, Israîl
û dewletên din bike, ew nahêle, ku kesek destê xwe deyne ser
Sûriye, û di axiftina xwe da gef û gurr dan Lubnan û Saudî
Arabistanê, piraniya hembervaniya sûrî wek ajan û sîxurên
biyaniyan bi navkirin. Dr. Kamal Libwanî, ku yek ji
demokratên nas e û li Amerîka li gel hinek berpirsên
fermandariya amerîkî re rûniştibû, gava li fîrgeha Şamê peya
bû, hate girtin. Berî wî jî Haytham Almalêh, ku
berpirsekî xebatên mafên mirov e li Sûriyê dan ber dadgeha
leşkerî. Mafparêz Anwer Albunnî, ku destûrek nû ji bo
Sûriya paş Asad û paş Baas amade kiriye û tê da
li ser mafê gelê Kurd jî rawestiye, ji trumbêlê hat avêtin û
bi hovîtî li wî dan, birîndar kirin û li kenarê rê hêştin. Gef
û gurr bo demokratên Kurd û Ereb ên li derveyî welêt roj bi
roj bêtir dibin. Li hindir welêt komikên dij bi rêjîma Baas
pirtir û hêzdartir dibin. Gelê sûrî, ku rewşa wî ber wêranî û
heriftinê diçe, nema ditirse. Lê mixabin! Piraniya partiyên
Kurdan bi hembervaniya erebî ya nijadparêz re li ser bingeha
kêmtirîn maf ji bo Kurdan dixebitin, newêrin dev bavêjin
rêjîmê û her dibêjin, ku dem nehatiye. Lê parek ji van
partiyan jî dibêjin: Nema em seriyê xwe ji Baas re
dadixînin. Evana bêtir maf ji Kurdan re dixwazin. Hinek komik
jî roxandina rêjîma Baas dixwazin. Van du xêzên ji hev
cihê roj bi roj diyartir û zelaltir dibin. Li aliyekî mamhoste
Hemid Hac Derwêş seriyê dîlana sist û nerm dikişîne û
ji aliyê dî ve Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye li
gel hinek komikên Ereban têkiliyan li gel USA û EU çêdike û
dibe alîgirê guhartinekê li Sûriyê. Li Washington, Brûssel,
Berlin û Paris bo vê guhartinê civînên hembervaniya demokrat a
sûrî çêbûne. Di van kongireyan da mafê gelê Kurd wek neteweyek
serekîn di Sûriyê hatiye pejirandin.
Bêguman tevgera neteweyî ya parçeyên dî yên Kurdistanê dikare
van herdu seriyên dîlana kurdî ya rojavayê Kurdistanê berhev
bîne, gava platformek neteweyî ya kurdî ji bo rojavayê
Kurdistanê çêbibe. Lê berî her tiştekî divê em tev bawer
bikin, ku êdî keştiya Baas li Sûriyê jî hatiye kunkirin
û bi binve diçe, hîvî di vê deselatdariyê da nemane û paş 42
salan ji têkilî û gengeşiyê bi vê rêjîmê re, êdî rûn bi ser
dewê van Baasiyan nakeve. Heger ev bawerî li ba hemî
basikên tevgera me ya rojavayê Kurdistanê çênebe, berhevhatina
rastîn jî bi cih nayê. yekbûna partiya Azadî ya
nû pêda bûye û ser ji nû ve parçebûye vê rastiyê bi cih dike.
Gelek roşenbîrên rojavayê Kurdistanê jî gihane vê rastiyê û
niha jê re dixebitin.
Divê em qedera gelê xwe bi rêjîmek
ve girê nedin
Cankurd
11.11.2005