Dewleta
Suriyê, sîyaseta xwe ya derbarê Kurdan de diguherîne
KSN/
29/10 2005- Piştî kuştina
serokwezîrê Lubnanê yê berê Refik Heriri, rejma bees di dema
herî xirab de derbas dibe. Neteweyên Yekgirtû, li dijî Suriyê
amadekarîyê girtina hin qirarên hişk dikin û rejma bees jî, li
rêyên ku ji vê tengasîyê derkeve digere. Yek ji van rêyana
pirsgirêka Kurdên başûrê piçûk e. Rekma bess naxwaze aqûbeta
ÎSedam Huseyîn bê serê wî, ji ber vê yekê, di xwaze nasnama
kurda lê vegerîne û derbasî sîstemeke pir alî û pir hizbî bibe.
Di civîna partîya bees ya
do de, biryar hate girtin ku ew biryara berîya 43 salan hetibû
girtin ku miletê kurd ji nasnama hemwelatîyên Suriyê
bêpar hiştibûn, careka di di bin çava re derbas bikin. Li gora
partîyên kurd li Suriyê, di serjimara sala 1962an de 225 heza
kurd ji nasnama Suriyê hatibûn mehrûm kirin.
Di civînê de, biryar hate girtin
ku ji bona dewleta Suriyê derbasî pir hizbî bibe, pêwîstî bi
guherandina destûrê heye. Divê mekumên sîyasî serbest werin
beran û micadila bi karyarên ne li rê were kirin.
Emerîka, Firansa û Îngiltere,
dizwazin roja Duşemê ji civîna Neteweyên Yekgirtû de, biryar
derkeve ku ambargoya aborî bidin ser Suriyê. Divê Sriye di
lêkolîna kuştina Refik Herîrî de, bê kêmasî bi Neeweyên
Yekgirtû re bixebite.