|
---------------------------------------------------------------
JI REFERANDÛMA KURDISTANÊ 99.5% DAXWAZA SERXWEBÛNÊ DERKET.
KURDISTAN, 3/2 2005-
Li nêzîkî deverên hilbijartinan konên referandûmê jî
hatibûn vegirtin. Hilbijêran diviyabû ku sê cara dengê xwe bidana, lê na
ya çara jî hebû ew jî lêpirsîna ku ''gelo hun serxwebûnê yan jî mayîna
bi Dewleta Iraqê re dixwazin bû.'' Yên ku serxwebûn dixwestin dê mora
xwe li binê ala Kurdistanê û yên ku dixwestin bi dewleta Iraqê re
bimînin jî mora xwe li binê ala Iraqê xistana.
Wek encam diyar bû ku 99.5 ji kurdan
mora xwe li binê alaya Kurdistanê xistine. Rêxistina sivîl ya bi navê
''Tevgera referandûma Kurdistanê'' heta li bajarê Kerkûk û Mûsilê jî
derfeta danînê sindoqên dengdayînê yên referandûmê dîtin. Ji endamên
Komîteya Referandûmê yê shaxa Hewlêrê Bêkes Hemed Qadir weha ragihand:
Bi xebata ku ji salekê zêdetir e em dikin
me xwest ku wek gelê Kurdistanê mafê diyarkirina qedera xwe ya pêþrojê
bi referandûmê ji bo hukumeta Iraqê, îdarê û Neteweyên Yekbûyî re
rabigihînin bê ka gelê Kurd bi xwe çi dixwaze.
Mılliyet-
|