|
12 bajarên Îraqê ji desturê re gotin erê |
|
KSN/
23/10 2005-
Komîsyona Bilind ya
Hilbijartinan li Îraqê ragihnad ku, li 13 bajarên Îraqê
jimartina denganê bi dawîbûne û li 3ê bajaran jî jimartin hê
berdewame. Li gora daxwîyanîya Komîsyonê, 12 bajarên Îraqê ji
desturê re gotin e ERê, bi tenê bajarê Selahdîn gotîye NA.
Hate ragihandin ku nîsbeta beşdarîkirina di dengdanê de, ji %
63,78 e. Bajarên
herî kêm beşdarê dendanê bûne, Enbar e û bajarê herî
zêde jî Hewlêr e.
Bajarên gotine ERÊ
Qadisîyê ji % 96,76,
Silêmanî ji % 98,95, Zîqar ji% 96,06, Wased ji% 95,80, Bexda
ji %78,17, Duhok ji %99,11, Dayala ji %52, Kerbela ji % 96,54,
Kerkuk ji % 62, Misan ji % 97, Mesna ji % 98,66, Necef ji %
96,03 û bi tenê bajarê Seleahedîn ji % 81,5 gotine NA.
Jimartina dengan hê berdewame û
di navbera çend rojan de, encamên referandumê ya tavaya Îraqê
wê were dîyarkirin.
|
| Çevkanî: El-Cizire
Amadekar: Dilbirîn
Dem: 23 /10 2005
Seet: 06:00 |

|