KSN/
10/10 2005- Di 10ê Îlonê de, Komela Spånga li Stockholmê
semînerek li ser şoreşa Şêx Seîdê Pîran amadekir û wek
semînergêr, lêkolîner, nivîskar û edbyatzanê gelê Kurd M. Emîn
Bozaslan û serokê HAK-PARê A. Melîk Firat hatibûn vexwendin.
Li ser navê komelê jî min semîner birêve bir. Seydayê M. Emîn
Bozaslan, belgeyek da min. Di wê belgeyê de, lêkolînek
ji alîyê rêxistina bi navê "65th ANNIVERSARY OF THE ARMENIAN
GENCOCIDE " li ser wan netewêyên ku di dema Osmanî û T. Cyê de
hatine kuştin, hatîye kirin.
Dema min
ew belge dît, bi çavê serê xwe bawernekir. Lê em bawer bikin
an jî nekin, ev rastîyeke ku di cîyê em li xwe xwedî derkevin,
diçin avukatî û xulamîya hin neteweyên din dikin û hetanî
carna wusan lê tê ku em xwe ji bir wan de dide kuştin.
Ew lêkolîn di 24ê Nîsana sala
1980ê de ji alîyê rêxistina ."65th
ANNIVERSARY OF THE ARMENIAN GENCOCIDE " hatîye kirin. Di
wê lêkolînê de cetweleke li ser wan kêm neteweyên ku
di salên 1806an û 1938an de ji alîyê dewleta Osmanî û Komara
Tirkîyê de rastê qirkirinê hatine, nîşan dide.
Tişteka
balkêş ewe ku di xilalê sed û sîh salî de Kurd ji ermenîyan
pirtir hatine qirkirin, lê îroj di qada navnetewî de tenê
behsa qirkirina Ermenîyan tê kirin. Hetanî wusa lê hatîye
hinek ji ronekbûr û nivîskarên miletê kurd, di cîyê ku li ser
qirkirina miletê Kurdan bisekinin, diçin parêzvanîya Ermenîyan
dikin.
Mesla du
jimarên balkêş ji we re binivîsîn im.
Kurd: Ji sala 1806an
hatanî sala 1938an 2. 450.000
kes hatine qirkirin.
Ermenî: ji sala
1822an hatanî 1922an 2.500.000 kes hatine qirkirin
Lê heke em
bi tenê li Tirkîyê, ji sala 1938an hetan îroj hîsab
bikin kurd ji Ermenîyan bêtir hatine qirkirin.
Em qet
perçên din yên Kurdistan nehesibînin jî, dîsa îroj di
Rojhilata navîn de ji meltê kurd bê tir tu milet nehatîye
qirkirinê.
Ez ê cetwelê ku rêxistina
"65th ANNIVERSARY OF THE ARMENIAN
GENCOCIDE " amadakirî, li jêr bi weşinim. Êdî şîrove dihêlim
li hêvîa we xwendevanên bi rûmet.
24 Apil 1980:
65th ANNIVERSARY OF THE ARMENIAN
GENCOCIDE
|
Period |
No. of massacres |
No of victims |
Nationalisties |
|
1807-1910 |
3 |
7.100 |
Europeans |
|
1876- |
1 |
15.000 |
Serbs |
|
1814-1881 |
5 |
16.470 |
Arabs other than Lebanese |
|
1876-1913 |
2 |
32.500 |
Bulgars |
|
1841-1916 |
5 |
113.300 |
Lebanese |
|
1821-1918 |
7 |
461.200 |
Greeks |
|
1806-1938 |
26 |
2.450.000 |
Kurds |
|
1822-1922 |
24 |
2.500.000 |
Armenians |
|
|
304.430 |
Others |