|
|
Li nêzê Qesra Celal Telebanî
êrişek întiharî pêkhat û sê parêzvanên wî hatin kuştin
KSN/
16/7 2005- Do êvarê li nêzê qesra serokkomarê Îraqê Celala Telebanî
êrişek întiharî pêkhat û di encama êrişê de sê parêzvanên Telebanî hatin
kuştin û 8 pêşmerge jî birîndar bûn. Li gora agahîya wezîrê hundur yê
Îraqê, do êvarê li ser rêya ku Telebanî tê re diçû mala xwe, li
taxa Cazirîyê pêşmerge rê
diparastin û tirimbêlekî bombe barkiri teqyaye û sê parêzvanê
Telebanî hatin kuştinpê û 8 pêşmerge bi tevî hin kesên sivîl
jî birîndar bûn.
Çevkanî: El-Cizîre |