|
Qedexekirina Laçik-Çarik a
serê Jina binpêkirina mafê mirovan e
Biruksel,
25/2 2005- Pênc parlaman ji Parlamentoya Ewrûpayê ji gurûba Dîndar,
Kesk, Lîberal û Sosyalîst, qedexekirina Laçika serê Jinan li Firansa
binpêkirina mafê mirovan e û ji Firansa xwestin ku carekî din wê biryarê
di bin çavan re derbas bikin.
Ji Parlamana Ewrûpayê
pênc parlaman ji guruba Dîndar, Kesk, Lîberal û Sosyalîstan pêkve
civînek çapemenîyê çêkirin û di civînê de, qedexekirina Laçika serê qîza
di Dibistanên Navendî yên dewletê de li Firansa, binpêkirina mafê û qeyd
û bend kirina fikr û ramanên mirovan e û ji Firansa xwestin ku wê qedexa
ku ji bona sembolê Dînî hatîye danîn rakin.
Di civîna
çapemenîyê de ji gurûba kesek Parlamenterê Îngilîz
Caroline Lucas,
qedexekirina Laçika Jinan kêmdîtin û riswakirina Musliman ne û li
pêşberî xwe îfadekirina Dînî û dîyanetê de astengîye û ji Parlamentoya
Ewrûpa jî xwestin ku di vî warî de agahdarîyek belav bikin.
|