|
بِسْمِ
اللهِ الرَّحْمنِ الرَّحِيمِِ
|
الَّذِينَ يُؤْمِنُونَ بِالْغَيْبِ وَيُقِيمُونَ الصَّلاةَ
وَمِمَّا رَزَقْنَاهُمْ يُنفِقُونَ {3}
..ewên bawerî bi xeybê
tînin û Nimêj xwe rast û durist dikin û ji wî rizqê ku me daye wan
didin..(Beqere ayet: 3)
Bawerîya bi
çarenîvîsê ( qeder )
Dilbirîn
Bawerîya
bi çarenivîsê yek ji ruknê îmanê ye. Çarenivîs ( Qeder ) ”Ji roja ku mirov
ji daîka xwe dibe tê dunyayê û hetanî roja ku mirov dimire, ji kar û kirên
ku mirov dikin û bûyerên ku tên serê mirovan, rê ya ku mirov tê de diçe û ji
liv, tevger, fikr û ramanên mirov re qeder tê gutin” Yanî jîyana mirovan
Qedera mirova ne. Di jîyana her mirovek de, tiþt hene di bin
îrada mirovan da ye û mirov li ser wan tiþtana desthiladare û bi riza xwe wî
karî dike û hin tiþt jî hene ku ji îrada mirovan der e û ne bi daxwaz û
xwesteka mirovan e.
Qeder (Çarenivîs): Li gorî zanîna Xweda ya ezelî û li gorî
xwestina hikmeta wî, teqdîr û tertîpkirina Xwedê Teala ya kaînatê ye.
Teqdîrkirina Xwedê Teala ya kaînatê li gorî zanîna wî ya ezelî û xwestina
hikmeta wî ye.
Zanîna
Xweda ne girêdayê demek an jî cîyek kifþey e, belkî zanîna xweda ya ku
meqdûr e.
Divê mirov bawer bike ku Xweda Teala yekser û bi kitekitayî (mufessel),
ezelî û ebedî her tistî dizanê . Qet ferq nake; çi ev yek bi kirinên wî re
peywendîdar be û çi jî bi kirinên evdên wî re be.
Xweda dizane û haya Wî jê heye ku mirov di jîyana xwe de çi dike û wê çi
bike.
Mirov bawer bike ku Xwedê Teala ev yek di Lewhul-Mehfûzê de
nivîsandiye. Xwedê Teala, derbarî van herdu tistan de wiha dibêje:
“Qey Ma tu, nizanî ku Xweda Teala ya ku li asîman û li erdê
heye dizane. Qet guman tê nîne ku ev, di kitêbek (Lewhul-Mehfûzê de) heye.
Bêguman e ku ev ji Xweda Tealay re hêsan e”. (Sûretê Hec: 70).
أَلَمْ تَعْلَمْ أَنَّ
اللَّهَ
يَعْلَمُ مَا فِي السَّمَاء وَالْأَرْضِ إِنَّ ذَلِكَ
فِي كِتَابٍ إِنَّ ذَلِكَ عَلَى
اللَّهِ
يَسِيرٌ {70}
Di dunê de tu
tiþtek bê îrade û zanîna wî çênabe, mirov nizanin wê çi were serê mirovan û
çi demî mirov dimire û mirina mirovan bi teqdîra Xwedê ye û girêdeyê bi
`ecel e, `ecelê mirovan jî çi wextî tê û bi çi tê ne bi destê mirovan e,
hemî bi zanîn û îrada Xwedê ye. Di nava milet de mesela Qederê bi xeletî
hatîye þîrovekirin û milet mefhûmê Qederê þaþ fêm kirine.
Dema mirov
karekî ne li rê dike, bibêjin; qedera xweda bû, qedera û teqdîrê Îlahî bû,
Xweda kiribû wê îla biba tu kesekî nikarîbû pêþî li vê yekê bigirta, an jî
Xweda ez þaþ kirim A.. ji Xweda hat serçava ser sera û hwd... Ev hemî ne
rastin û bingeha van tiþtana tuneye, ji ber ku tu carî riza Xweda ji kerê ne
li rê re nayê. Riza Xweda tu carî ji mêr kuþtin, dizî, xeybet, hesûdî, derew
û kerê xirab re nayê, vêca çima em xeletîyên xwe heþa.. davêjin ser
Xweda...!
Xweda di Qr`ana
pîoz de, rêya rast û xwar bi zelalî ji hevdû qetandîye û bi rêya Muhemed
pêxember
silavên xweda
li ser be
ji mirovan re gotîye. Cuzya îxtîyarîyê di destê mirovan da ye, di
hilbijartina rê û rêbaza jîyan xwe de, di kirina karê qenc û yê xirab de
mirov azad e û mirov bi îrada xwe van karana dikin, mirov berpirsê kar û
`emelên xwe ye wekî din kes ji gunehê mirovan berpirs nine, bi tenê Xweda
Îrade dide mirovan. Tu rê ya rast yan jî ya xwar hildibijêre, tu diçe karê
ne li rê dike, di vir de bi tenê Xweda îrade- hêz û qewetê dide te û tu diçe
wî karî dike û tu mesûlê wî karî ye. Yanî tu qedera xwe bi destê xwe
hildibijêre, di wan tiþtên ku di bin îrade û hêaza te de ye, lê ew tiþtên ku
ji îrade û hêza mirovan dere ew bi îrade û meþîyeta Xweda ye.
Di qur`ana Piroz
de di çend Ayetan de gotina ( Qedir- Qeder ê) derbas dibe û ev gotina (
Qeder) ê tê meneya Kifþkirin, tertîbkirin, tenzîmkirin, amadekirin û pîvan.
Wekî mîsal.
1.
Xweda di Sûrê Telaq di Ayeta 3an de dibêje;
ققَدْ
جَعَلَ
اللَّهُ
لِكُلِّ شَيْءٍ قَدْراً {3
2.
ً(
Xweda ji her tiþtek ra –Qedera- pîvanek danîye) Di vê Ayetê de
gotina Qedera, bi mena Pîvan hatîye.
3.
Di Sûrê Qimer di Ayeta 49an de Xweda waha dibêje
إِنَّا كُلَّ شَيْءٍ خَلَقْنَاهُ بِقَدَرٍ {49
(Me her tiþt bi
Qeder- pîvan afirandîye)
4.
Di sûrêkî din de Xweda waha dibêje;
وَكَانَ
أمـرُالله قَـدَراً مَـقْـدُو راَ
( Ji ber ku emrê
Xweda ”Qederen Meqdura” Pîvaneke kifþekirîye)
5.
Di sûrê Muzemîl di ayeta 20an de Xweda waha dibîje;
وَاللَّهُ
يُقَدِّرُ اللَّيْلَ وَالنَّهَارَ
Xweda roj û
þevê Yuqedir, tertîb û tenzîm dike)
6.
Di sûrê Waqîe di Ayeta 60an de Xweda waha dibêje;
نَحْنُ قَدَّرْنَا بَيْنَكُمُ الْمَوْتَ
Me di navbera
we de mirin Teqdîr kir) yanî tertîbkir
Çewa di Ayetan
de jî dîyere ku Elaqa ew qedera ku em pê bawerin û gotina ” Qedir-Qeder”
a ku di Qurana pîroz de derbas dibe bi hev dû tune. Ew tiþtên ku ji hêz û
quweta mirovan dere, wekî baran, berf, bela û musîbet, mirin û bûyerên
xwezayî, vana bi emr û fermana xweda çêdibin û bi gorî heskirin û îrada
Xweda peyda dibin, lê tiþtên ku bi gorî hêz û dîtin û têgîhiþtina mirovan
be, bi tenê Xweda ji bona kirina wî karî Îrade- Hêz dide mirovan.
Dema mirov bala
xwe dide hinek Ayetên Qurana pîroz, mirov divê qey her tiþt bi îrade,
xwestin û meþîyeta Xweda çêdibe û mirov qûlê Xweda yên mujbir e û ji hemî
cûre azadîyê mehrûm e. Di hinek Ayetan da jî, mirov azad e û bi xwe biryar
dide û digire, berpirsê hemî kar û kirên xwe ye.
Di van ayetên li
jêr de, Xweda azadîyeka bê tixûb did qûlê xwe.
1.
Di sûrê Fusillet di ayeta 40an de Xweda waha dibêje;
اعْمَلُوا مَا شِئْتُمْ
إِنَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ بَصِيرٌ {40}
( ..Tiþta
ku hûn dixwazin bikin..! Ew her tiþta ku hûn dike dibîne)
2.
Di sûrê Kehf de di ayeta 29an de Xweda waha dibêje;
وَقُلِ الْحَقُّ مِن رَّبِّكُمْ فَمَن شَاء فَلْيُؤْمِن وَمَن
شَاء فَلْيَكْفُرْ
Û bêje; heq
ji Xwedayê we daye, îdî ên di xwazin bila Îman
bîne û ên dixwazin jî bila bibin Kafir-înkar bikin.)
Xweda bi van
herdû ayetên pîroz, dide îsbatkirinê ku mirov, di her kar, kir, liv û
tevgerên xwe de, di hilbijartina rê, dîn, dîyanet û rêbaza jîyanê de azad e
û bi serê xwe ye. Û mirov ji kirina karên xwe mesûl e û dema roja wî hat wê
herkes hesabê kar û emelên xwe bide.
Dema mirov li
van ayetên li jêr dinêre, mirov dibêje qey Xweda qûlê xwe ji azadîyê mehrûm
kirîye.
1.
Di sûrê Þura ayeta 12an de Xweda waha dibêje;
لَهُ مَقَالِيدُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ
يَبْسُطُ الرِّزْقَ لِمَن يَشَاءُ وَيَقْدِرُ إِنَّهُ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمٌ {12}
Mifta erd û
asîman yê Wî ne, kê bixwaze rizqê wî fireh dike û kê jî bixwaze teng dike)
Dewlemandbûn û
feqîrîbûna mirovan bi dayîn û heskirina Xweda ye, ji ber ku jêderê hamî
xizîne û defîna li ba xweda ye, Xwedê Teala çiqas bixwaze ewqas dide.
2.
Di Sûri Tekwîr ayeta 28-29an de Xwed waha dibêje
لِمَن شَاء مِنكُمْ أَن
يَسْتَقِيمَ {28} وَمَا تَشَاؤُونَ إِلَّا أَن يَشَاءَ
اللَّهُ
رَبُّ
الْعَالَمِينَ {29}
ji we kî
bixweza dikare li ser rêya rast be. Lê hetanî Rebê Alemê nexwaze hûn nikarin
bixwazin)
Yanî hûn dikarin rêya rast û durist hilbijêrin û bi gorî emrê
Xwedê Teala vegerin ser rêya musteqîm ya ku Xweda dixwaze, lê eger Xwedê
Teala vî yekê hezneka û nexwaze hun nikarin vî yekê bixweazin û bikin.
Hatina û nehatina ser rêya rast, ne bi destê û xwesteka mirova ne, belkî bi
xwestin û heskirina Xwedaye.
Di navbera van
ayet û ayetên ku me li jor nivisî de, dijberîtî hevdû tuneye. Xweda bi van
ayetana dixwaze mezinî, hêz, îrade û ezemata xwe bi me bide zanîn. Û ev nayê
wê menayê ku xweda qûlê xwe ji azadîyê mehrûm dike. Ji ber ku azadî, nîmetê
Xweda ye daye qûlê xwe.
Xweda di 45
ayetan de ji qûlê xwe dixwaze ku mejûyê xwe bi xebitîne, bifikre
û lêkolinn bikin, vêca çewa mirov kare bifikire ku Xweda qûlê xwe ji azadîyê
mehrûm dike. Wextî her tiþt tenê bi îrade û heskirina Xweda be û Xweda di
Ilmê ezel de nivîsandibe ku mirov ê herie vî karî bike û mirov qûlekî
mujbure- yanî mirov bivê û nevê divê mirov mejbûrî hare wî karê ne li rê
bike, wê çaxê gunehê mirovan çîye ku weda hesab ji mirovan di pirse..?
Ev yeka hana ne laîqê Mezinî û Ezemata Xweda ye.
|