|
|
QAŞO GENERAL E!
Lokman Polat
STOCKHOLM, 6/5 2005- Peyva tirkî ”Sozde” di kurdî
de bi maneya ”Qaşo” ye û sînonîma –hevmaneya- peyvê jî ”Goya” û ”Xwedêgiravî” ye.
Peyva ”Goya” bi tirkî nîn e, bi kurdî ye û ketiye nav zimanê tirkan. Weke vê
peyvê gelek peyvên din yên kurdî hene ku tirk bikar tînin. Peyva ”Sozde” anku
”qaşo” di masmedia tirkî de li hemberê kurdan wisan pir tê bikaranîn ku divê
mirov li ser bisekine. Di masmedia cîhanê de bi tu zimanî di rojnameyan de peyva
ku bi maneya ”sozde” ye ewqas pir nehatiye xebitandin. Ev peyv di devê
birêvebirên dewletê, general û rojnamevanên tirk de bûye weke benîştê û her
dicûn. Herî dawî jî fermandarê ordiya hov di beyana xwe de ji bo kurdan got
”Sozde Vatandaş – Qaşo hemwelatî”.
”Qaşo qirkirina Ermenîyan” , ”Qaşo Kurdistan” ,
”Qaşo zimanê Kurdî” , ”Qaşo ala Kurdan” ”Qaşo hemwelatî” û herweha ”qaşo” yên
tirkan gelek in. General û birêvebirên dewleta tirkan ji tiştên ku jê ditirisin
re ”qaşo” dibêjin. Ew wisa ji kurdan, ji doza netewa kurd ditirsin ku peyva
kurdî ya tirsandinê kirine nav zimanê xwe û di axaftina xwe ya rojane de jî
peyva ”tirs”ê bi kar tînin û vê peyva kurdî kirine ”Tiristim”.
Fermandarê yekem yê ordiya tirk li hemberê kurdan
vereşiya û ji bo kurdên bakurê Kurdistanê gote : ”Vana qaşo hemwelatî ne.”
Generalên ordiya tirk di dibistanan de bi îdeolojîya fermî a dewleta kemalîst,
yanî bi dîtin û ramanên nîjadperest yên kemalîstîyê perwerde dibin. General ji
biçûkiya xwe ve di dibistanên razanê –yatili okul- de dimînin û di wan
dibistanên razanê de mezin dibin. Ew di jîyana xwe de germîya malbatîyê nabînin.
Yek ji wan hez nake û lewre jî ew ji yekê hez nakin û ji civakê re biyanî ne.
Di gelek TV-yên tirkî de bi hinek generalên ku
teqawid bûne re hevpeyvîn hatin çêkirin. Min bi xwe gohdariya çend hevpeyvînên
generalên teqawid kir û min dît bê ew çiqas nezan in, cahil in. Ji xwe
rojnamevan M. Alî Birand jî di wan de şaş dimîne û ew di nivîseke xwe de dibêje
”Vana çawa bûne general? Çawa ewqas leşker xistine bin fermandariya wan…” Bi
rastî jî şîroveyên generalan tam li gorê gotina ”asker mantigi” bû û nekarê
eqila bû. Yanî ji zanîstîyê, ji rasyonalîzmê dûr bû. Nirxandinên wan bi tevahî
nerast bû. Ev fermandarên teqawid qaşo general bûne, lê ji tiştek re nebûne,
nezan û cahil bûne.
Dewleta kemalîst li ser esasê înkarkirina kurdan,
zilm û zordariyê hatiye damezrandin û bi derewan hatiye birêvebirin. Di
dewleteke weha de dê general û sîyasetmedar çawa karibin rastiyan bibêjin. Ew
dûrê rastîyê ne. Serokwezîrê komara Tirkiyê T. Erdogan jî dibêje ”Pirsa kurd
tune”, serokwezîr bi eslê xwe tirk nîn e, ew abaza ye. Ew dixwaze kurd jî weke
laz, çerkez, abaza, boşnak û hwd, asîmîle bibin, xwe tirk bihesibînin û li doza
xwe ya netewî xwedî dernekevin. Na, kurd neweke laz, çerkez, abaza û boşnakan
in, ew kurd in û bi serbilindî li doza xwe ya netewî xwedî derdikevin.
lokmanpolat2000@yahoo.se
|