KSN/ 14/12 2005-
Li bajarê Çekê, Lipova`yê zarokekî 11
salî ji xwe re li derve dileyîst ku kûçikê cîranê wan êrişî
zarok kir û dev ser çavê wî kir. Kûçikê pozê zarok hemû bi
derbekê xwaribû û daqurtandibû.
Li ser vê yekê hekîman bi Beytar kûçik
dan emeliyatkirin. Dema ku emeliyat kirin dîtin ku kûçikê pozê
lawik yekpare daqurtandiye û tu xisar jî nedayê. Piştî
paqijkirina poz a ji mîkroban ji nuhde bi rûyê zarok ve hat
dirûtanê. Vê gavê zarok baş e û dikare bi pozê xwe hem hilmê
bistîne û hemjî bêhn tênê.
Çavkanî:www.Aftonbladet.se