Portreyek
an jî Kurdistaniyek!
Hecî Alya
Hêj ji piçûktiya xwe de
tenêtî û xerîbî bûbû para wê.
Temenê wê negihaştibû
14-15 sala ku ew dabûn mêr.
Bûbû bûka gundê, Bûka
Omariya bi navekî dinê bûka Merciyan…
Gundê ku berberî bi
awayekî xurt lê dihat meşandin û ew berberî bi Mahmûdkî û
Etmantîyê deng vedabû…
Bavê wê bi xwe li Mûsilê
bû.
Ji mêj ve çûbûn wê derê…
ji cirkî ku kalikê wê li Mercê hatibû kuştin… bavê wê bi xwe
çend caran ketibû pêşiya bavkuştiyê xwe lê belê qey hêj dema
wî nehatibû ku ji desta filitîbû.
Ji ecêba Alya piçûk bi
bûkanî diçû mala kalik kuştiyên xwe.
Alya xwestibûn ji bo bi
saya wê merivantiyê dev ji dujminatiya hevûdû berdin.
Yanî ji hêlekê de keça
dijmina bû û diviyabû ku zû bi zû ewlehî pê neyê û li hember
wê timî di tedbîra xwe de bin…
Lê na ne Alya
dijminatiyeke bi wî rengî di dilê xwe de li hember malxezûrên
xwe didît û ne jî wan dikarîbû bi wî çavî lê binihêriyana…
bêgûman rewş û têgihaştina
Alya dibû sedema vê yekê… digel ku ew li bajarekî weke Mûsilê
mezin bûbû, dizanîbû têra xwe bi jiyana gund ya zehmet jî
bîne…
Heke ku birçî jî bimana
perwerdeya wê dest nedida ku li gel kesên biyanî rewşa xwe ji
wan re bêje…
ji xwe ji ber vê yekê car
caran dema ku xezûrê wê li oda gund rûdinişt û di nav xelkê de
diaxift bi serbilindî bahsa bûka xwe dikir û pesnê wê dida…
Heçî zilamê wê bû, dilê wî
tije gûman bû li hember Alya.
Dema ku biçûna ser bîrê ji
bo avanînê ji bo ku bizane ka bi kê re diaxife xwe li ber
vedişart û bi dizî ew dişopand.
Heke çend gotin bi
jinikekê re kiribûna êvarê hesabê wê jê dipîrsî ku çi
peyivîne…
Lê çîrok li wê derê
neqediya di ser re dem derbas bûn ku ji xerîbiyekê berê xwe
dan xerîbiyeke dinê.
Vê carê berê xwe dabûn
Lubnanê… çend zarok bi dû Alya ketibûn 4 keçik û lawikek.
Gelekî xweza ye ku jinik
berî zilaman bikevin û ciwanî û delaliya rûyê wan têk biçe.
Bi taybetî her zarokek
hinek rindî ji rûyê dayika xwe deyn dikin û piştî çend zik
zarok dayîk bi xwe êdî motajî rindiyê dibin… erê êdî zilamê wê
rûyekî tazetir dixwest.
Dixwest ku dîsa bizewice.
Aha ew biryara xeternak bû
sedema jihevketina Alya û zilamê wê.
Herçî ku berdana xwe ji
mêrê xwe nexwest û wî jî ew berneda, lê Alya digot ”min histû
li hember hemû daxwazên te xwar kir lê ez nikarim li ber vê
yekê xwar bikim, kerem bike bizewice; lê hêvî neke ku ezê jî
bi te re mîna berê bimînim.” û wisa jî bû.
Alya digel ku temenê wê
hêj ne gelekî pîr jî bû, xwe da ser zarokên xwe û ew bi keda
destê xwe xwedî kirin.
Diçû paqijiya malên xelkê
dikir û malên wan dida hevûdû ji bo ku pariyek xwarina helal
bigihîne zarokên xwe. Heta ku hemû zarokên wê zewicîn vê rewşê
berdewam kir û wê dev ji xîreta xwe bera neda…
ji hêlekê karê xelkê
dikir, ji hêlekê jî li gorî taqeta xwe bi xwarinçêkirinekê jî
bûna alîkariya kesayetiyên ji bo kurdîtiyê ji welatê xwe
derketibûn dikir…
birayê wê Behrî ji hêla
rejîma Baas ya Saddam ve piştî bi salan di zindanan de ma hate
şehîdkirin. Derd li derdê wê zêde dibûn.
Bi zarokatî veqetîna ji
Mûsilê. Borandina jiyaneke li gorî ya bajaran sext a li gund û
koçberbûna ber bi Lubnanê ve...
Lê hêj çîrok temam nebûbû…
şerê navxweyî li Lubnanê dest pê kiribû û êdî li her derê şer
bû. Alya jî êdî navsere bûbû. Wê di rojên ku kesek newêrîbû ji
malê xwe derkevin jî, ji bo xwedîkirina zarokên xwe diçû malên
ku xizmeta wan dikir…
Jiyaneke dinê jî li bende
Alya bû… Alya dê bibûna Ewrûpî. Dê di taliyê temenê xwe de
rêya xwe bi wê devera dinê jî xistana ka gelo çi li wê derê
hebû?
Gelo dê aramiya ku di dinê
de quncik bi quncik lê digeriya li Ewrûpa bidîtana yan na…
Ew jî mîna gelek kesan
kete rêyên xerîbiyê… lê mîna ku wê ji serî de pê derxistibû,
tu kelecan pê re çênebûbû dema ku ji bo Swêdê ketibû rê… wê
xerîbî dîtibû xelek di xelekê de… mîna ku mirov di xewnan di
xewna xwe de bibîne, her ku diçû xewna xerîbiyê lê kûr dibû…
ma gelo wê navê xwe kiribûna xerîbê dê çêtir lê nehatana?
Lê hun neynin bîra xwe ku
Alya xwe diguherand, na ew diçû ku derê çand û jiyana xwe jî
bi xwe re dibir.
Digel ku di zikê xerîbiyê
de ewqas rêwîtî kiribû, tu guherîneke berbiçav ne di jiyana wê
de, ne di axaftinên wê de û ne jî di lixwekirinên wê de…
Êdî ew tenê ne Alya ye,
çûye hecê û ferza xwe bi cîh aniye. Na xwe çima em jê re ji
niha û wade nebêjin Hecî Alya?
Rêwîtiya wê a ber bi Swêdê
de bi xewnekê dest pê kiribû… gundê ku dê cara yekem
bihatanayê berî ku biçê di xewna xwe de dîtibû…
Hecî Alya tu carî xwe li
pîrbûn û zexeliyê danayne û heta ku jê tê li Swêdê jî diber
xwe dide… ne ji ber tinebûnê yan bidestxistina çend quriş
pere, lê belê ji ber xîreta xwe…
Ji sala ku çûye Swêdê dest
bi çandina şênkayî û zêrzewatan kiriye û hêj jî berdewam e…
kêm kes dikarin bexçeyê
xwe mîna yê Hecî Alya paqij û xweşik bikin.
Timî destê wê di nav de
ye… lê heçî hatiniyê ji bexçe ye pirê wan xêra xwe dide nas û
nenasan û camêriya ku bi hêza baweriyê her ku diçe lê xurt
dibe li devera dinê ya ku herî bêtir egoîzm lê serdest e nîşan
dide…
ji xwe bi rabûn û rûniştin
û lixwekirina xwe ew jineke Kurdistanî ya bênîqaş e; her wisa
bexçeyê wê jî Kurdistanî ye.
Piştî lemê zêrzewat dest
bi girtina tiştan dikin qilafetekî li nav baxçe datîne.
Kuncîlê qilafet bi xwe jî
kurdistanî ne û dema yek ji dûrî ve lê binihêre dê bêje way
Hecî Alya dîsa di nav bexçeyê xwe de kar dike.
Piştî ku wê ew qelafet li
nav baxê xwe çikan nêzîkî deh kesên dinê jî mîna wê kirin û ew
baxên piçûkên ku gelek kes ji bo bêhnberdana xwe diçînin bi
qelafetan hate xemilandin. Her qilafetek jî xwediyê xwe bi
awayekî eşkere dide naskirin; ji ber ku her kesî kuncîlên xwe
yên kevin li wan kirine…
Mala Hecî Alya jî wisa ye…
Dema ku mirov berê xwe
dide firaxên li mala wê, bêhn û hesreta welêt jê difûre… ji
cilkên nimêjê yên bi destê xwe nexişandine bigre bi dehan
hunerên dinê yên ku ronahiya çavan dixwazin bala mirov
dikişîne ser xwe.
Lê ê min ji hemûyan jî
bêtir wê axaftina wê ya bedew a bi kurdiyeke herikbar bala min
dikişîne… hem bi kurdî dipeyive û hem jî ji kurdan dixwaze ku
bi zimanê xwe biaxifin…
Aha ev rûmeta giranbiha
cîranê min e, na na ez êdî bêjim cîranê min bû çêtir e…
Wê bi dehan caran ez bi
axaftin û bîranînên xwe birime li kurdistanê gerandime û min
xwe herwekî li gundekî kurdistanê dîtiye..
Hecî Alya kurdistaniyek
xeyalkirî ya di dilê min de ye.. ya ku dîn û dinya xwe pevre
dimeşîne…
ya ku digel parastina dînê
xwe dike dev ji xizmeta miletê xwe bernade û bi axaftina bi wî
zimanî be jî taqet û alîkariyê didê…
Tu nekevekî ber desta Hecî
Alya û timî weha liserpiya û di qenciyan de çalak bimînî…
Ez bi cîrantiya te bêjimar
şad im û bi vê nivêsê te ber bi mala te ya nuh rê dikim û
dibêjim oxira te ya xêrê be… Xwedê li dinê û axîretê qenciyê
bike para te insaallah!
2005-09-25
mkurmanci@hotmail.com