**Menûya Kurdî**
 

 Peymana Lozanê zincîra koletîyê ye û divê  were qetandin

KSN/ 5/7 2005- Di 24ê Tirmeha sala 1923an de, li Lozanê Kurdistan di navbera 4 dewletan de hate parvekirin û kirin 4 perçe. Ev 82 sal e ku dewletên dagirker her cure zulim û hovîtîya xwe li ser miletê Kurd di meşîne û miletê kurd ji hemû mafên xweyên mirovî û yên Olî bêpar hîştine. Peymana Lozanê ji bona gelê Kurd, tê mena koletî û tunekirinê. Lê tu were binêre! dewleta Tirk ya nîjadperest, dixwaze ku di 24ê Tirmehê yanê vê mehê de li Lozanê xwepêşandanek pêk bîne û peymana Lozanê pîroz bikin. Yanê dewleta Tirk tunekirina miletê Kurd pîroz dikin.. Hişyar bin kurdinooo..!! Bixwîne

Mexdûr û qurbanîyên peymana Lozanê 40 mîlyon kurd e û divê Kurd vê peymanê şermezar bikin û ew dewletên ku di Peymana Lozanê de terefbû ne, ji miletê Kurd uzra xwe bixwazin. Dewleta Îngilîz di peymana Lozanê de terefbû, lê niha dîsa jî yek ji hezên mezin li Rojhilata Navîn e. Gunê dewleta Îngilîz ancax bi qebûlkirina desthiladarîyeka kurd tê efûkirin.

Îro her kurdekî welatperwer,tiştak ku dikare bike û jê tê, divê xwe paşve nede û piştgirîya ew kesên ku  li Swîsra çalakîyan çêdikin jî, bikin. Îroj miletê kurd hêsîr û dîlên deste peymana Lozanê ne. Ne dure ku sibe hin ji Kurdan jî piştgirîya meşa dewleta Tirk li Lozanê bikin. Lê bi axifin û hela helayê tenê jî nabe û divê em bi hemî hebûna xwe li ser lingan bin û pîlanên dagirker û havkarên wan biroda berdin.

Divê Lobîya Kurd li Ewrûpa, gilîyê dewletên ku  peymana Lozanê pêk anîne bikin û dewletên di peymana Lozanê de terefin werin Dadegeh kirin û çi curma ji alîyê huqîqî ve ji wan dewletan tên sitandin, bidin miltê Kurd. Û ew dewletên gunekar ji meletê Kurd jî uzrên xwe bixwzin. Peymana Lozanê ji her alîyan ve binpêkirina mafê mirova ne û ne meşrû`e.

 

 

 
Dem:5 /7 2005  Seet: 17 şandine: Serhed.Net        Vegere