Yekîtîya Ewrûpayê divê:
Peymana Lozanê ji nûve were munaqişekirin
KSN/
24/11 2005- Ji Komîsyona Yekîtîya Ewrûpayê berpirsê Tirkîyê
Jorg Kretschmer, peymana Lozanê bi vê rewşa xwe bersîva pirsên
Yekîtîya Ewrûpayê nade û ji bona çareserkirina pirsgirêkên li
Tirkîyê jî teng e. Li ser pirsa nûçegihanê CNNTurkê, ku tu
divê peymana Lozanê carek din bînin ser masê û li ser
minaqişe bê kirin? Kretschmer, ez zanim peymana Lozanê ji bona
Tirkîyê tê çi wateyê û ez naxwazim li himberî Tirkîyê bibim
dijber, lê peymana Lozanê bi vî halê xwe ji bona ketine
Tirkîyê ya YEê asteng e û divê guherîn tê de were kirin.
Jorg Kretschmer, heke
Tirkîye dixwaze bikeve Yekîtîya Ewrûpa, divê kirasê xwe yê
teng derxîne, ji ber ku ev kiras li bejna dewletek ji dewletên
Yekîtîya Ewrûpayê nayê.
Di peymana Lozanê de, bi tenê ji
Xiristîyan, Cuhî û Ermnîyan re mafê kêmnetewî dide.