|
Peyamber- anjî Pêxember-
Resul,ê Xweda |
بِسْمِ اللهِ الرَّحْمنِ الرَّحِيمِِ
Ez ji we re rîsal- Wehîya Xwedayê xwe radigîhînim û li
we þîretan dikim û ew tiþta ku hun nizanin, ez ji alîyê Xweda ve dizanim. Ma
qey hûn ecêb mane ku mirovek ji we bi zikir- emr û ferman-Xwedayê we ji we
re þandîye, we hiþyar bike ku( we ji kirina gunahan bi parêze)? ( heger hun
xwe ji gunahan bi parêzên) Hêvî heye ku Xweda Dilovanîya xwe li we bike.
Surê Eraf ayeta 62-63an
Pêxember,
gotineka Kurdîye û ji du bêjeyan pêktên, Peyam û ber e. Dema mirov herdû
bêjayan bike yek dibe Peyamber. Peyam tê wateya mesaj û ber ew kesê ku
peyam- mesaj, ê digine ci ku jê tê xwestin, vêca ev gotin ji qalibê wê yê
Kurdî hatiye derxistin û bûye Pêxember.
Yek ji
ruknê Îmanê bawerkirin bi Pêxenberan e, ji ber vê yekê divê mirov Resulên
Xweda û karekterên Resula baþ bizane ku bwerîya mirovan bi Pêxeberan qewîtir
bibe. De ka werin ji bona ku em tayîbetmendî û jîyana Pêxemberan qenc
bizanibe, bi hevre vê lêkolîna li jêr bixwîne..!
Gotina"
Resul" di kurdî de tê wateya "Qasid" Qasidê Xweda yanî Pêxember anjê Resulê
Xweda. Wezîfa Qasid ewe ku emr û fermana girtî, bêyî tu tiþtek lê zêde an jî
kêm bike bigihîne ew ciyê ku jê tê xwestin. Qasid wezîfedarin û di wezîfa
xwe de jî bê qusur in û di pêkanîna wezîfa xwe de jî bê mesulîyet in. Ji
destpêka herikandina kerîyê mirovatîy de hatanî roja îro "Qasid" her hebûye.
Di nava mirovan de, di nava malbtan de, di nava eþîran de û di nava dewletan
de hertim dezgehê Qasidîyê buye navend ji bona çareserkirina pirsgirêkan û
serî hatîye lêdan.
Qasidê
Xweda ji ew kesê ku jê re Wehî/Peyam/ Pirtuk hatîya þandin û ew Qqsidê Xweda
wê Peyamê digîihne mirov, civak û dewletan û wana vedixwîne-Teblîx dike ba
Xweda û Îbadetê Xweda.
Çawa di
Qurana pîroz de hatîye ragihandin, Xweda Jî hertim di dorokê de, ji bona
mirovan Qasid þandîye û alîkarîya mirovan kirîye. Sedemê ku Xweda ji mirovan
re Qasid diþine ewe ku mirov bi serê xwe nikare rêya rast hilbijêre û
rastîyê bibîne. Lewra di mirovan de bê exlaq û qelsîya îradê heye, ji bar
van sedemane ku mirov hertim tiþta li xweþa wan her û ya hêsan digire bi vî
awayî mirov ji rastîyî dur dikev. Aha di vêdera de Qasidên Xweda alîkarîya
mirovan dike.
Dîsa em ji
Qurana pîroz fêm dikin ku, mirovan ew emr û fermana ku Xweda bi rêya
Pêxemberan ji wan re hatiye wek rastîya wê neparastîne, belkî hinek lê zêde
kirî û herwusan hinek jî, jê jibîrkirine. Û disa ew Ola ku ji wan re hetîye
þandin xirb kirin û guhertine. Ji bona van sedemana, Xweda Qasidên xwe wek
xelekê zincirê li peyhev þandîye ku ew Peyema ku Xweda dixwaze bigihîne
destê nirovan wek belgekî bi þandina Muhemed Pêxember û daxistina Qurana
piroz, xelaka dawi ya wê zincirê temamkir.
Ferqa
navbera Resul û Nebî de
Resul û
Nebi du gotinin , wek misilam û mumin metinê wan cudane lê bi ferqek piçûk
wateya wan yekin. Resul: ew gotina digire, radigîhîne.
Nebî: peyam
digire. her gotinek dewama ya dine, wekî Muhemed Pêxember, Nebî ye û di eynî
demê de Resul e, yani Muhemed pêxember him "Nebî ye" ku Peyama Xweda digire
û himjî Resul e û Peyama Xweda digihîne mirovan.
Tayîbetmendîy- Sifet,ên Peximberan
-
Mirovek pê were
bawerkirin, bawerîyê bide herdu alîyan u herdu alî bawerîya xwe pê bine.
-
Mirovek bisebir u sebat
be.
-
karibe li ber xwe bide.
-
Zana û xwedî çand be.
-
Li kar, kir û tevgerên
xwe miqate be.
-
Cil û bergên wi birêk û
pêk û paqij be.
-
Mirovek ji gotinên wi
were bawerkirin.
-
Xwedî pirêzê paqij û pak
be, yani Mêjdem- maziy,ê wi paqij be.
-
Mirovek heskirî be u tim
qencîya mirovan bi xwaze.
-
Mirovek qedr û qîmetê wî
were girtin.
-
Xwedî kesayetî be, di
jîyana xwe ya rojana de wek hinek mirovan ew tþta ku ne laîqê mirovan be,
neçe.
-
Exlaq û edeba wî baþ be
-
Mirovek baqil û hiþê wi
li serî be.
-
Xwedî gotin û qirar be,
bizana çi dixwaze û çi dibêje.
-
Mirovek ru bi ken, nerm û
dil germ be.
-
Bi Edalet û di tevgerên
xwe de bi hîkmet be
-
Mirovek tirsonek nebe
-
Ew Peyam- mesaj,a ku jê
re tê þandin bi xer qebul bike û di jîyana xwe ya rojana de bijî.
Mixabin ev tayîbetmendîyê
me li jor nivîsî, mirovak nikare himîyan di þexsek de bibîne, lê dema mirov
bixwaze van hemî tayîbetmendîyan di þexsîyata xwe de bicivîne, bi alîkarîya
Xweda mirov dikare xwe digihînê.
Pêxemberê Xweda Îman çibu û
pirtuk çibu nizanîbun, lê Xweda van hemî tayîbetmedîyana di kesayetîya
mirovek de dicivine û wi ji xwe re Qasid-Pêxember hildibijêre. Sifetê
Pêxemberan yê " mesumîyetê" hatîya nîqaþkirin û hê ew nîqaþ dewamdike. Gelo
Pexember " Mesum in" an ne mesum in? Ji xwe Xweda mirovek gunehên mezin bike
nake Pêxember û Pêxember jî gunahan naka. Bi vî awayî Pêxember mesum in û bê
gunehin, lê Pêxember ji xetayên piçûk bêri ninin ji ber ku di Quranê de
delîlên vekirî heye ku Pêxemberan xeta kirin û Xweda ew xetayê wan bi rêya
wehyê rastkirine.
Ev nivîs berdewam dike...
|