KSN/ 12/8 2005- Me
kurdên tirkîyê yanî kurdistana bakur bi salane zilm dît, zordarî dît.
Em hatine hênciqandin hatine pelçiqandin. Zilm ji du alîyan ve bû. Yek
zilm li dînê me dibû ji ber ku em oldar misilman û dewleta kemalîst jî
dijî îslamê bû, ya duyemîn jî zilm li kurdbûna me dibû ji ber ku em
kurd yanî ne tirk û dewleta kemalîst jî li ser fikra nijadperestiya
tirk hatibû avakirin. Me ji van herdu aliyan ve zilm dît .Gelek kiþand
ji destê bêbavên rêvebirên dewleta kemalîst.
Ev zilm hê jî didome.
Dema ku em gelê tirk dinêrin em dibînin ku di nava wan de yên ku ji
zilmê nesîb girtinin jî hene. Ew jî tirkên oldar û dilsozin. Hejmara
wan kêm be jî di dawiyê de ew jî dikþînine. Û ew jî mezlumin. Em
dibînin gelek ji wan zarokê xwe nikarine bidin xwendin . Kinc û libasî
wan li gor qaîdên îslamê be dewlet wan nahêlde mekteb û dibistanan. Di
encamê de em dibînine ku ne bi huzurin. Ne dilgeþin. Lê ev çewa
dibêye. Yanî dewlet ya wan, ziman yê wan, her tiþt yê wan. Lê ew ne
dilgeþ in.
Di vê derê de mirov
fem dike ku, heke dewleta mera hebe miov
kêfxweþ û dilgeþ e, fikreke wilo tam ne raste. Eger dewlet li
gor daxwazênmirovan be mirovan kêfxweþ û dilgeþ dike. Madem em kurd ji
sedî nod û pênc misilman in, wê gavê dewleteka li gor îslamê ku ne
þerîetbe jî, lê ne li dijî îslamê be ancax wê ew me bextewar
bike. Em kurd duyemîn qewm e ku me îslam pejirandî. Û ji wê rojê heta
îro me ji bo îslamê xebat kiriye hewl daye. Ev xebata ne wekî xebata
ereban û ne wekî xebata tirkan bûye. Yanî ji bo menfaeta xwe me
nekiriye tenê ji bona Xwedê re kirîye. Tenê ji bo razibûna Rebbê alemê
re kiriye. Hinek wê ji vê re bibêjin kurd bêfehm in, kerîz in.
Na wele hezar carî na, ev ne nezaniye û ne jî bêfemiye. Ya rast eve
ku Kuran ji bêna riza Xweda kirine. Bes qewmê din wilo nekirine.
Îslama ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn.
Mesela ku ez dixwazim
bi taybeti li ser bisekinim, baþûr e. Kurdistana baþûr e. Ev der bû
dewlet. Hin kêmasî û astengî hebin jî ew der êdî înþalah dewlet
e. Tim dilê min de tirsek hebû û mi digo kurdistan çêbe gelo ew ji
bibe wek Suriyê wekî tirkiyê. Yanî gel jê nerazib in. gelo
wê dewleta Kurd li i dijî Îslamê be eceba? Ev tirsa hin ji heye . Her
çi qas ez ji kek Mesut Berzanî razî û bawer bim jî.
Em kurd dibêjin
pêwiste em xwe fedayi gelê xwe bikin. Ji bo azadi û dilgeþiya gelê xwe
bixebitin. Lê em tiþtekî ji bira dikin. Divê em bêjin him li vê dinê
him li wê dinê. Dibe ku hinek min rast nebînin. Yan jî bêjýn ev
kurdistanê giring nabîne. Na wele na!. Hezar canî min hebe eze wî
hezar canî çavê xwe qurçkim û fedayi gel bikim. Lê ne ji bo
kurdistaneke li dijî Îslamê be. Ne ji bo gelekî ku Xweda nenas.
Armanca min eve ku em kurd xwe biparêzin. Ji eslê xwe danegerin. Eslê
me kurdayeti û Îslam e....