|
---------------------------------------------------------------
Girara Kelî
Germa havînê mêrik û bi
tevî kurê xwe ji paletîyê tên û pir birçîn e. Jina mêk jî wê rojê
giraradew-mehîr çêkirîye û dizane wê mêr u kurê wê ji paletîyê were û
birçîne jinkê girara kelî dixe badîyê û bi tevê du kevçîyên dar datîne
ser sifrê.
Berê ewul kurik xwe
gîhînd ser sifrê û kevçîyê dar di girarê de dike û dixe devê xwe, lê çi
bibîne..! girarek kelî û devê wî bicarekî di þewutîne û hêsir ji çavên
kurik tên xwarê û jêlve li arîkê odê mêzedike.
Bavê wê jê pirskir;
kurê min tu li çi mêzedike?
-ez kêlanên ser odê
dijmêrêm ka çnd in. Kurik qet ji bavê xwe re nabêje ku girar kelîye.
Mêrik jî li
ser sifrê rûdinê û kevçya dar dadigire û dike davê xwe, her wekê kurik
davî wî jî diþewûte û hêsir ji çavên mêrik ji tên xwarê û mirêk li
berjor mêzdike. Vêca kurik ji bavê xwe pirs dike.
Bavo tu li çi
mêzedike..?
Mêrik Kurê min az ji
Xweda ricadik im ku yek kurek min heye bila wî ji min bistîne.
Lawo ma devê te þewûtî
ma te çima ji min re negot ku girara kelîye..
|