KSN/
26/10 2005- Dema ku êdî pel hew dikarin diberxwe bidin û bi
xemgînî ji guliyên ku temenekî ferî wan bûne diweşin…Belê
payîz navê wê demsalê ye… lê payîzên welatê me cihê ne… dema
ku guhûj, berû, tirî, gûz û bindeq digihên û têne dema xwe ya
berhevkirinê. Mêweyên mîna guhûj, tihok û berûyan siruştî ne û
maldar û jar tev dikarin jê sûdê werbigirin… lê heçî rez û
mêwên tirî ne ew yek ji çavkaniyên jiyanê yên gunda yên
xwepêxwedîkirinê ne. Di demsala payîzê de dor tê berhevkirina
tirî û dema çêkirina dims, eqîd, kesme, bastêq û beniyan jî bi
berhevkirina tirî re dest pê dike.
Heke ku mirov vê gavê jî li
awayê hilanîna reza binihêre dê yekser biçe 400-500 sal berê.
Li kêm ciya hin aletên guvaştinê kirîne da ku bikaribin şîra
tirî bi hêsanî jê werbigirin lê hêj li gelek deveran tirî bi
lingan tête pelçiqandin û şîra wan diherike çalikên di kevir û
tahtan de hatine kolan… erê me gotibû payîz demsaleke herî
xweş e li Kurdistanê û di payîzê de jî xweştirîn dem ew rojên
ku dest bi berhevkirina tirî dibe ye. Li hêla mêrdînê ji bo wê
dema ”ser ma`sera`` tê gotin. Esirandin bêjeyek erebî ye û di
wateya guvaştinê de ye. Ji ber ku li ser maseran tirî tête
guvaştin ev nav lê maye… li ser masera xwarinên herî meqbûl
yên şor in, yên ku rewşa wan î aborî hinekî dest dide ji xwe
re karekê an bizinekê şerjê dikin… lê êdî Xwedê zane jiber
erzaniya xwe ye goştê mirîşkên hazir ciyê goştê kara girtiye.
Di wan şevên payîzê de li ser
masera mayîn bi tena serê xwe xweşiyeke bêpîvan dibexşîne
giyanê mirov… tew ku ew mirov ketibe kuçe û kolanên bajarên
mezin; mîna kesekî qirêj û xwe bigihîne ava çemekî û êdî bi
dilê xwe, xwe tê de bişo û avjeniyan bike ye. Ji hêlekê de
kûreya ku dims li ser dikele ji hêlekê de tarîya şevê û ji
hêlekê de sitêrkên li asîmana diçirûsin. Şevên ku dinya sayî
be û hevy li asîmana dardekerî be hêsaniyeke giranbiha
dibexşîne kesên ser masera… tenê bi bêhna wê axa pak û paqij a
sor bimîne mirov jê têr nabe… hey ku gotin hatiye ser masere û
tirîberhevkirinê qene ez ji we re bi kurtî bibêjim ka gelo ew
dimsa şêrîn a sor î zelal bi çi awayî çêdibe…
Berî ku dest bi berhevkirina
tirî bête kirin, ardûyê ku dê dims pê were kelandin tête kirîn
an yên ku hemiyên wan hebin têra xwe amade dikin. Piştî wê
axeke sipî ya taybet heye wê ji xwe re tînin… piştî ku masera
xwe yanî kargeya ku dê dims lê bête çekirin qenc hate pakkirin
û hewdê ku dê şîre têkevê baş tête şuştin. Tifik û kûre ji bo
kewidandin û çêkirina dimsê têne amadekirin. Piştî ku xwarin û
vexwarina xwe jî li maserê amade kirin êdî dor tê berhevkirina
tirî. Di vê navberê de divê ez bibêjim ku derûdora teşta mezin
a ji sifir ku dims tê de tê kelanden bi heriyê qenc tê
seyandin û hetanî dawiya maserê ew her di ciyê xwe de ye…
Belê dema ku tirî bi selik an jî
tenekeyan tête berhevkirin gelekê cara wî tiriyê hanê li pişta
kerê dibin heta hinda kargeyê û li wê derê li ciyekî ku jê re
”miştaxa tirî” dibêjin vala dikin. Di vê navberê de karê yekî
hew tenê guvaştina tirî ye. Yê ku esarê dike her carê kîsekî
taybet ku ji bo guvaştina tirî ye tije tiriyê şîre dike û dest
bi guvaştina wê dike. Şîra ew tiriyê guvaştî di cihokê re
yekser diherike ew hewdê ji bo şîrê hatiye amadekirin.
Ew şîre ji hewd tê parzinandin û
di disteke mezin de tête kewidandin. Ji ew axa sipîya ku me
gotibû ji bo dimsê pêwîst e kulmek du kulm mirov dixe wê dista
mezin û dest bi agirê xwe dike. Agir berdewam dike heta ku
dest bi kelê dike. Piştî ku ew kef û qirêja ku jê re sinît
tête gotin di ser re diçe û êdî kela zilal ya şîrê di nav re
xuya dike agir tête vemirandin û piştî ku hinekî radiweste ji
wê derê bi yindok û çoçikan şîreya ku êdî ji bo bûyîna dimsê
amade ye satil û elbik têne tijekirin û bera teşta ku li ser
kewdê ye didin. Di wê teştê de heta ku ew şîre hinekî tîr dibe
û dibe dims bi agirê êzinga tête kelandin. Dema ku dims dike
bifûre bi gihayê xuşîlê an jî botavê tête tevdan.
Şevek ji şevên payîzê yên li ber
kûra dimsê derbas bidin, dikarin dîrokeke dûdirêj ji nuh de
dubare bikin…
Payîzên welatê me bi xêr û
bereket in…
26-10-2005
Mucteba Baravî