|
Papa
Benedict; " Ji cîhana Îslamê lêborîn xwest " |
KSN/
30/8 2005- Papa Benedict, ji ber şerê Xaçparêzan yê di sala 1096an ku şerê
cîhana Îsalmê kiribû, doza lêborînê ji cîhana Îslamê xwest. Benedict, di vî şerî
de bi hezaran cinayet hatin kirin. Nayê pejirandin ku ev cinayet ji bona riza
Xedê hatîne kirin. Û da dîyarkirin ku, şerê ku Xaçparêzan kir, şerma me ye. Papa
bang li Muslimana jî kir ku " Bi navê Xwedê kesî nekujin û bawerîya
kuştina mirova ji bona riza Xwedê, tişteke xelet e".
Papa, werin bi hevkarîya herdû dînan, em li
himberî terorê bitekoşin. Papa, ev axiftina xwe di, 20emîn roja ciwanên Katolik
yên Xirstîyan li Elmanya li himberî 1 milyon mirovî kir.
Serokkomarê Elamanya
Horst Kuhler, Serokwezir Gerhard Schruder û serokwezîrê kevin
Helmut Kohl jî guhdarîyê axiftina Papa kirin. Papa, bang li alema
Xiristiyana kir ku dînê xwe bi tevayî bijîn; " nabe ku mirov hinek
qanûnên dîn qebûl bike û hinekan jî qebûl neke, ev tişt vacîyê rastîya dîn
e ". Lê van gotinên Papa ciwanên Xiristîyan têr nekir. Miletê Elman li gele
Ajansa APê axifîn, Papa ji me re dibêje; bi zewac seksê nekin, lê qebulkirina vî
qaîdê hanê pir zehmet e.
| Çevkanî:
islamdunyasi.com
Amadekar: Şerefdîn
Dem: 30/8 2005
Seet: 00:00 |
|