**Menûya Kurdî**
     
 


Osman Baydemir; " Divê miletê Kurd bi de dîyarkirin ku ew naxwazin Tirkîyê perçe bikin"

STENBOL, 28/4 2005- Serokê beledîya Diyarbekir Osman Baydemir, bûyerên ku di van 20 salên dawî de  li başûrê Tirkîyê  qewumîne, bi bawerîanîna herdû alîyan li himberî hevdû çareserdibe. Baydemir, divê  Kurd bidin dîyarkirin ku tu daxwazeka wana ku Tirkîyê perçe bikin tune û Tirkîye jî ji  tirsa ku wê rojek hemwelatîyê min ê  Kurd Tirkîyê perçe bike, xilas bibe.

Osman Baydemir, bi tevê hin serokên beledîyan yên Partîya DEHAPê li Stenbolê di taştêya sibê de, bi hin Rojnamevana re kombu. Baydemir bal kişand ser bûyerên ki di van demên dawî de rûdane û dadîyarkirin ku ew li dijî her cure neteweperetîyê ye. Heke neteweperestîya Kurd ji pêş bikve, ew ê li dijî wî bin jî.

Baydemir, di van demên dawî de, hin kes dixwazin Turkîyê tevlihev bikin. Divê em di nava Tirkîyê de li wan kesên ku tevilihevî dikin bigerin. Ew meşa ku di bin çavdêrîya Walîyan de hete kirin, ji hedê xwe derket û porovaksoyana çend kesan ku xwestin ala Tirkîyê bişewitînin,  li hemî muxalefeta Kurd kirin mal, ev tiştek ne rastbû

 

Jêder: Zeman

Dem:  28/4 2005  Seet:  11  şandine:  Serhed.Net   Vegere

 



 

 

Niviskar