|
Orgeneral
Aytaç Yaman: ”Bi girtina Ocalan, ew îhtimala ku dikare ji Berzanî û Talebanî
re bibe alternatîf ji holê hatiye rakirin.” |
KSN/
18/8 2005- Fermandarê hêzên reşayê yê teqawîtbûyî Orgeneral Aytaç Yaman got:
Wek ku tê zanîn Ocalan di sala 1999 de bi alîkarîya Emerîkaniyan hatiye
girtin. Ev yeka hanê ji bo demekê bûye sedem ku teror raweste. Lê dema ku
mirov li tiştê ku îroj bûye sedem û encam daye dinihêre, bûye destpêka
bûyerek ku divê mirov li ser bifikire.
Yên ku di
sala 1920an de bi Konferasa Sewrê ya Aştiyê xwestin ku mijara Kurdistanê
bikine siyasî, piştî 79 salan dîtine ku mercên navnetewî dîsa amade ne û
mijara kurdistanê dîsa kirine mijareke navnetewî û siyasî. Bi girtina Ocalan
ew îhtimala ku dikare ji Berzanî û Talebanî re bibe alternatîf ji holê
hatiye rakirin û bi pasîfîzekirina hêzên wan yên herêmê jî ji Serokên Kurd
re di warê eskerî û siyasî de meydaneke fireh vebûye, rihettir tev geriyane
û xwe bêtir bi Emerîka ve girêdayî dîtine.”
Çevkanî: Millyet
Amedekar: Mucteba Baravî
Dem: 18/8 2005. Seet. 00:30
|