**Menûya Kurdî**
 

NÛRHEYATA LICÎ

Lokman Polat

 KSN/ 15/6 2005- Nivîskar Lokman Polat bi kurteromaneke nû derket pêşberî xwendevanên xwe. Pirtûka bi navê Nûrheyata Licî ji nav weşanên Helwest, li swêde hate weşan. Pirtûk bi heman navî li Stenbol jî hatiye weşan û li welêt hatiye belavkirin.

 Polat evîna keça mîrê Etaxê û kurê fermandarê kela Şîro (Kela Şîro li navçeya Licê ye) bi şêwyekî edebî afirandiye. Di kurteromanê de welatê bav û pîrên kurdan, an ku welatê Horiyan, rewşa Merwaniyan, şerê Ariyan û Bîzansiyan derbas dibe. Hatina qewmên hacûc û macûcênhov ji Asya navîn û êrîşên wan ên barbarî jî di beşeke kurteramonê de tê vegotin.

 Beşa balkêş a kurteromanê fetihkirina bajarê Jarusalemê (Qudis) ji aliyê fermandarê kurd Selehedînê Eyûbî ve ye. Digel gelek bûyerên dîrokî, sehneyên mîtolojîk û fantastîk jî di kurteromanê de hene. Zimanê pirtûkê hêsan e û macerayên wê herikbar e, xwe bi mirov dide xwendin.

Em hêvîdarin ku xwendevanên kurd vê kurteromana dîrokî ya bi kurdî bi baldêrî û xweşî bixwînin.

 Weşanên Helwest

 

 

 

 
Dem: 15/6 2005  Seet: 17 şandine: Serhed.Net        Vegere