**Menûya Kurdî**
 

Nûçeyên Pîvazên Min!

KSN/ 18/6 2005- Ez dê vê care we ji bexçeyê xwe yê pîvazan agahdar bikim, bê ku di çi rewşê de ne. Tinazên xwe bi min nekin û xwe bi ser pîvazên min ên ku ji tixûbên xwe dernakevin re negrin. Ma heke min ji we re nûçeyek li ser Erdogan û tiştên ku gotine binivîsandana, we yê tinaziyên xwe bi min nekirana ma ne wisa, wêca gelek mirov hene ku ya rast seriyek pîvaz ji wan gelekî bi rûmettir e; tew ku ew pîvaz hêşîn bin, gotin jê re tune ye.

Erê dema ku min got bexçeyê pîvaza, de hun jî zeviyekî deh pazde donim neynin pêş çavên  xwe, firehiyeke bi du caran qansî hêwana/ salona rûniştinê bînin ber çavên xwe hun dê hêsantir bizanibin ku bexçeyê min î bê ser û binî çiqas mezin e û dikare çiqas tişt tê de werin çandin…

Heke hunê bêjin ma ji pîvazan pêvtir têra çi dike? Ez dê bêjim na, ne wisa ye. Dema ku em li Bakurê Kurdistanê bûn, ji bo bajarê Stenbolê digotin “ax û kevirê wê zêr in”. Bi xwedê derew dikirin, ji xwe bi wê derewa mezin ji her deverên welêt xelkê gund û warên xwe berdan û berê xwe dan wî bajarê bê ser û ber û bi vî awayî bû zirecêbê bajaran.

Ez carna li ser hûr dibim, yaw tiştekî ecêb e, 15 milyon kes çawa tê de civiyane, li wê derê çi dikin, çawa ard û nan têra ewqas mirov dike… bigotana 15 milyon kurmorî/gêrik jî dê dîsa bi min pir bihatana, erê yaw îcar ev hemû mirov in û gelek cara jî mirovên pozbilind ku bi Stenbûlîbûna xwe difirin…

Ez ji ku ketim bela Stenbûliya ez nizanim, ha erê ez ji wê derewa ku li ax û kevirên Stenbolê dikirin hatim vê derê; de îcar ez ê jî bêjim lawo, birano, xuşkno… werinê ax û kevirên Swêdê zêr e, aveke pir, zewînî bêbinî û axeke ji bo çandiniyê bêhempa… erê lo ma derew bi pera ne, estexfîrullah ez û derew!!! ê min ez ê xweş bikim, ez ji efendimê xwe re bibêjim di meha adarê de me 250 kronê xwe dan û zir erdek ji xwe re kirê kir. Îcar piştî ku te perê xwe da wê salê tu bi kêfa xwe yî.

Dixwazî deh cara biçîne (heke bizrekî her ji deh roja carekê digihêje hebe…) kesek nikare ji te re bêje çima te ewqas çandiye. Ez jî ketimê bi bêr û tevran, min zevî sero bin kir, hemû reh û bixuşkên di nav de dan hev û hêdî hêdî ji çandinê re amade dikir.

Carna dema min ew reh û bixuşk ji nav didan hevûdû zeviyên  welatê me dihatin bîra min û di ber re jî ew çîroka ku min ji bavê xwe guhdarî kiribû ku dixist situyê Cenabê Mûsa Silavên Xwedê lê bin; digot Cenabê Mûsa diçû xeberdana bi Xwedê re, di rê de li mirovekî Cihû rast hat ku gelekî xizmeta zeviyê xwe dike. Dibêjin Cenabê Mûsa rewşa wî mirovî ji Xwedê pirsiye, Xwedê gotiye ku ez zeviyê wî li hev naynim. Cenabê Mûsa salvegerê de  dîsa di çûna peyivandina bi Xwedê re li wî rast tê ku bi bixuştên hûr ketiye û ji nav zeviyê xwe dide alî, dîsa Cenabê Mûsa ji Xwedê pirs dike bersîva sala berê digre. Îcar dibe sala sisêya ew mirovê cihû radibe hemû axa zeviyê xwe li bêjingê dixe û nahêle ku tu kêmanî di axa zevî de bimîne. Wê salê Xwedê wisa bi ser de dibarîne ku naye gotin. Dema ku Cenabê Mûsa diçe çiyayê Tûrê ji peyivandina bi Xwedê re Jê dipirse ”Xwedêyo! Ma te ji min re gotibû ku ez nadim wî kesî, vê gavê te wisa dayê ku naye gotin?” Xwedê Teala lê vedigerîne ”zilam wisa xizmeta zeviyê xwe kire ku êdî dilovaniya min hew dikarîbû dilopên dilovaniyê bi ser de nebarînê û wî têr rizq neke.” ez nizanim heke rastiyeke vê çîrokê hebe  û min jî li ser kiribe an kêm nivîsandibe Xwedê min bibexşîne înşaallah, lê ev dihat bîra min dema ku min hinek bixuşk û reh ji nav zeviyê xwe berhev dikirin.

Erê piştî wê amadekirina dûdirêj, ez çûm ew marketên Mezinên, ku tu tê de li çi pêdiviyên xwe digerî dibînî… Xwedêyo ez çi biçînim? Di rêza yekem de wek ku hun jî texmîn dikin pîvaz hene, kixsên pîvaza..

Wele kixsên wan li ber xerabûnê bûn, pinge pinga kelmêşan bû li ser, niha hinek ji we bi bin simbêlan re dikenin (heke hêj we simbêlên xwe jênekiribin) û dibêjin; marketên mezin û kelmêş? Na ev du tiştên ku nayin hinda hevûdû… lê na ê min min bi çavê serê xwe dît. Ji xwe ji ber wê jî kîloya wan anîbûn 10 krona… heger ku ev biha ne gelekî erzan be ne gelekî bihaye jî li welatekî wek swêdê… erê lo ê ku dîtibin lastîkek li sê pîvazterkên ku êdî pelên wan ji qertbûna nayên xwarin hatiye gerandin û li bihayê ser wan 10 kron hatiye nivîsandin, jê re kîloya kixsên pîvaza bi 10 krona erzan tê.. yanî heke ku wê kîloya xwe biçînî tuyê bi kêmanî pêncî gurz pîvazên ku min li jor gotin jê rakî… erê min ji wan pîvazana du sê kîlo kirîn û a dina rojê ew çandin. Lê na, zevî vala û çavê min vala, ma van pîvazka têra çi dikin? Min ji jinikê re got; keçê heke rêya te bi wê derê ket hinek pîvazê dinê jî bikire, jinikê çû kîloyek bû çibû baş naye bîra min kirî, Xwedêyo ma qey tu tinazê xwe bi min dikî, kîloyek têra çi dike? Wek ku we jî fam kiriye dilê min rihet nebû min çû bi destê xwe heta ku çû kîsikê naylon dagirt. Hêj jî bi min hindik dihat lê hinekî hêrsa min daket… erê îcar ez hatim ser zevî min hemû kixsên xwe birin û çûm. Yabo biçîne biçîne dawî lê nayê, hun bawer dikin nakin hun zanin nîvê erd girtin wan pîvazên li ber xerabûnê… wekî dinê jî min tovê bexdenûsê, pelê silqa, tivirên piçûk, marol/xas, gêzer, tovên pîvazterka, petat, sîr, xiyar, xirtik/ kundir, reşad û dawiya dawiyê jî li qoncîkekê hinek tovên kulîlkan.

Hun zanin ji bo çi min kulîlk li bexçê xwe çandin? ji bo ku xelk navê pîvazo li min nekin. Min berê xwe dida ku pîvaz, pîvaz, pîvaz… na na wele pîvazan ez şermezar dernexistim, piştî ku min hinek gubreyê kimyewî jî bi zevî werkir, êdî ez ji şênbûna pîvazan hinekî tirsiyam, pelinî wisa qelew li wan ketin ku li ser kokên xwe nesekinîne û nîvê wan ketine…

Erê vê gavê rewş wisa ye.. heke pêşveçûyîneke nuh çêbû ne dûrî aqila ye ku ez we dîsa agahdar bikim, yanî heke ez bibînim di dema serîdanê de jî wisa pîvazên nîvkîloyî girtin divê ez we agahdar bikim, lê na heke ne li gor dilê min bin ez dê xwe ker bikim û deng û hisa xwe dernaxînim…

Bi hêviya ku pîvazên min seriyê gir bigrin, taveke xweş û her ji çend rojan carekê baraneke xweşik bi ser wan de bibare.

18-06-2005

Mucteba Baravî

mkurmanci@hotmail.com

 

 

 
Dem:18 /6 2005  Seet: 008  şandine: Serhed.Net        Vegere