**Menûya Kurdî**
 

 

 

Nizanim Şêx Meşûq; " Şêxê Mizgeftê bû an Keşeyê Dêrê bû?.."

KSN/ 2/6 2005- Gotineka me Kurdan he dibêjin; "Meriv diminre hê qûn zêrîn dibe" Îroj her kes li ser xwîna Şêx Meşûq Xeznewî sîyasetê dikin û dixwazin mezlûmîyeta Şêx Meşûq ji bona xwestekên xweyên sîyasî û şexsî bi kar bînin. Doh birayê Şêx Meşûq (Mihemed Arif el-Xeznewî) ji  Suriya Newsê re ragihand ku ew dixwazin bizanibin ke ji bona çi birayê wî hatîye kuştin û ez ditirsim ku  hin kes kuştina birayê min, ji bona daxwazên xwe bikar bînin.

Îsal  sivistanê Li Swêdê min û Şêx Meşûq bi qasî 8 seetan hevdû dît. Digel ku di gelekî waran de em wekî hevdû nedifikirîn jî, lê Şêx Meşûq rastîya civaka Kurd e. Divê zanayên miletê kurd li xwe varqilin û rastîya civaka Kurd bibînin. Bi sedan partî û pirtîyên Kurdan hene, lê nikarin 100 kesî li dora xwe bicivînin. Mirina dindarekî wekî Şêx Meşûq, dikara bi sed hezarin xelkê li dora cinaza xwe kom bike, divê hûn bizanibin ku dindarî rastîya civka Kurd e.

Lê Mixabin hetanî ji destê qismekî ji  Kurdan tên dixwazin reş û sipî tevlihevbikin û rastîyê veşêrin. Lê ew kesana bi tenê xwe dixapînin û tu demî nikarin biserbikevin û piştgirîya miletê Kurd qezenc bikin. Ji ber ku ew kesana li dijî rastîya civaka Kurd in.

Medya Kurd Wêneyên Şêx Meşûq yên ku belkî di jîyana xwe de li SWêdê carekî çûye Derê û di Dirê de çend fînd pêxstîye weşandin. Ma gelo Şêx Meşûq Malayê Mizgeftê  bû an Keşeyê Dêrê bû?.. Şêx Meşûq 48 salîbû û  tavaya temenê xwe di Medresên Kurda, Mizgeft û bi tehsîlkirina dinê Îslamê de derbas kiribû. Belkî di jîyana xwe de Şêx Meşûq yek seetek çû Derê û   çend fînd pêxst, lê piranîya Medya Kurd ewqas b wîjdanbûn ku 48 sal jîyan Şêx Meşûq kirin bi qurbana yek seetek Dêrê û Ji jîyana 48an yek wêneyekî ne weşandin.  Birastî jî bêwîjdanîyek waha li tu deverê dunû nehatîye dîn.

Bê guma ev helwesta Medya kurd, helwesteka bi qestîye û hetanî ji destê wan tê dixwazin dînê Îslam û muqedesatên Îslamê ji  nava miletê Kurd rabikin û nedin nîşandanê.

Hinek ji Kurdên Musliman jî hetanî dikarin xwe demokirat nîşan didin û rojeva wan tim ji hêla hinekan ve tê hilbijartin. Piranîya Kurdên dîndar, hê piroblemên xwe fêm nekirine, ji ber wê yekê jî nikarin rojeva xwe bi xwe tesbît bikin û li gora wê gavan bavêjin û bûne lîstika destê hin kesan.

Dilbirîn: E-Mail

******

Nêrînên xwndevanan: Nizanim Şêx Meşûq; " Şêxê Mizgeftê bû an Keşeyê Dêrê bû?.."

Silav Seyda,

Min nivîsa we ya li ser shedeta Shêx Mashûq ya di
Serhed.net de xwend û pêwistî bi bersivekê dît.

Nivîsa ku bi sernavê "Nizanim
Nizanim Şêx Meşûq; "Şêxê Mizgeftê bû an Keşeyê Dêrê bû?".."" de
we ev rêzên jêrîn nivîsandine.

"Medya Kurd Wêneyên
Şêx Meşûq yên ku belkî
di jîyana xwe de li SWêdê carekî çûye Derê û di Dirê
de çend fînd pêxstîye we
şandin. Ma gelo Şêx Meşûq Malayê Mizgeftê  bû anKeşeyê  Dêrê
bû?..
êx Meşûq 48 salîbû û  tavaya temenê
xwe di Medresên Kurda, Mizgeft û bi tehsîlkirina dinê
Îslamê de derbas kiribû. Belkî di jîyana xwe de
êx Meşûq yek seetek çû Derê û   çend fînd
pêxst"

Heya vira ez bi temamî bi te re.


"..lê piranîya Medya Kurd ewqas bê wîjdanbûn ku 48 sal
jîyan
êx Meşûq kirin bi qurbana yek seetek
Dêrê û Ji jîyana 48an yek wêneyekî ne
weşandin.
Birastî jî bêwîjdanîyek waha li tu deverê dunû
nehatîye dîn.

Bê guma ev helwesta Medya kurd, helwesteka bi qestîye û hetanî ji destê wan tê dixwazin dînê Îslam û muqedesatên Îslamê ji  nava miletê Kurd rabikin û nedin nîşandanê.

Seydayê hêja,
Ez di wê baweriyê de me ku qesta we bi medya kurdî,
malperên dîjîtal ên li ser Internetê weke Avestakurd,
Rojava û bi taybetî jî malpera Amude ye, ku ew wêneyên
we qala wan kirî di wan de hatin weshandin.

Dixwazim bînim ziman ku van malperan û nexasim malpera
Amude, ev dibe cara duyemîn (cara yekemîn di
serhildana 12ê adarê de bû) ku karekî pir giranbiha
dike. Karekî ku dezgehên kurdî ên xwedî bi sedan
xebatkar nikarin bikin (an jî nakin), malpera Amude bi
serê xwe dike. Deqe bi deqe pêshkêshkirina nûceyên ji
Rojavayê Kurdistanê di rojên giran de, nebawerim
barekî hêsan be.

Bi yek rêzikê jî we di nivîsa xwe de ev xebata hêja
neaniye ziman. Li min bibûrînin, lê eger bêwijdaniyek
hebe ez vêya weke bêwijdanî dibînim û nivîsên wiha ji
xeyrî ku hin kesan di karê wan de sist bike ti dewrê
nabîne.

Divê mirov ji xwe bipirse gelo ew wêneyên di dêrê de
bi rastî ji bo reshkirina ola Islamê bi qest û niyetek
xerab hatin weshandin, an ew tenha wêne bûn di destên
malperên kurdî de?

Seydayê hêja,
Piraniya malperên kurdan ji rojava weshana xwe dikin,
lewra jî wêneyên gihîshtin destê wan ew bûn ku Shêxê
Shehîd bi nas û dostên xwe re li welatên Ewrûpî
kishandibûn.

Weke xwendevanekî Serhed.net hêviya me ji Seydayên
mîna we ew e ku Islamiyeta rast û muqadesatên wê
nîshanî me bide, ne ku li hemberî kêmasiyeke ku ji
bêimkanan tê ewqas bêtolerans be.

Mexseda min bi vê nivîsê ne ew e ku ez dilê we bihêlim
an bêrêziyê bikim. Hêvîdar im hûn di karê xwe de
herdem serkeftî û bextewar bin.

Silavên germ
Besîr Bagokî

bagoko88@yahoo.com

 
Dem:2/6 2005  Seet:10  şandine: Serhed.Net        Vegere