|
|
Bi çavek bêalî; "
Qirkirina Ermenîyan"
Dilbirîn
STOCKHOLM, 17/4 2005- Dema mirov xwest li ser bûyrek
tirajedîk tiştek binivîsîne an jî şîrovekî bike, divê mirov meneya
vê hevokê baş bizane ku "zalim kî dibe bila be li dij û mezlûm jî kî
dibe bila be li gel be". Carna hin kes bi navê neteweperwerîyê
tevdigerin, lê ji sînorên neteweperwerîyê derbsî nîjdperestî, zulm ü
zordarîyê dibin.
Bixwîne
Di Zargotina Kurdî de Rola
Dengbêjan
Salihê KEVIRBIRÎ:
Dema mirov bixwaze li ser dîroka gelekî lêkolînekê çêbike
beriya her tiştî serî li berhem û çavkaniyên nivîskî û bidevkî dide.
Gava ew gel, ji aliyê berhemên nivîskî ve qels û lawaz be, wê çaxê
rola berhemên çîrokî, zargotinî û hunerî zêde dibe. Tiştê balkêş ew
e ku gel û welatên di bin esareta dagirkeran de ne, par û nesîbê xwe
ji vê yekê gelek giran û xedar distînin! Her tim rastiya wan tê
berevajîkirin, çanda wan tê ‘tune’kirin ew dibin xwedî çand, huner û
dîrokeke biyan û nerast. Bixwîne
Çima Sîyaseta Partî, Hêz û Rêxistinên
bekurê Kurdistanê xitimîye.?
Swêd, 23/2 2005- Roja îro
li tevaya dunyayê rojev germ e. Rojane bûyerên girîng çêdibin,
biryar tên girtin û tên bicîanîn, her partîyek dinava xwe de her
diçe berfirehtir û xurtir dibin û bi pîlan û pirojeyê xurtir û
zelaltir drdikevin pêşberî miletên xwe. Ava çemên biharê çewa
diherikin, sîyaset, kar û xebat li dunyayê wusan pêşve diçe.
Lê li bekûrê Kurdistanê çi dibe.. û sîyaseta Partîyên bakurê
Kurdistanê di kîjn qonaxêda ye..? Bixwîne
Antolojiya çîrokên
kurdî I-II
Amadekar: FIRAT CEWERÎ
Antolojiya çîrokên kurdî
yekemîn antolojiya çîrokên kurdî ya hemû deman, hemû perçeyên
Kurdistanê, hemû zaravayên zimanê kurdî û hemû alfabeyên ku zimanê
kurdî pê tê nivîsandin e. Lê antolojî bi kurmancî ye û bi kurmanciya
latînî ye. Nêzîkî 100 nivîskarên ji her çar perçeyên welêt di vê
antolojiya dîrokî de cih girtine, ku her yek ji wan puselek e û bi
hev re resimekî çîroka kurdî ya dused salane radixin ber çavan. Ev
antolojiya ku du cild in û bi hev re 1072 (hezar û heftê û du)
rûpel in, hem çavkaniya dîroka nesra kurdî ye, hem jî bi kronolojî
dîrok, rews û prosesa çîroka kurdî ya hunerî diyar dike. Di vê
antolojiyê de sînorên di navbera kurdan de hatine rakirin, ji
berdêla wê pireke hevnasîn û hevtêgihîstinê hatiye avakirin. Bi
berfirehî û biyografiya nivîskaran antolojî valahiya ansîklopediyekê
jî dadigire. Bixwîne
Mletê Kurd li Bukurê Kurdistan dixwaze, "ji hin bandora
xeta çewt û xwar derkeve"
Uppsala, 13/12 2004- Bi tevayî mirov dikare bibêje ku îro
lêgerînek berfireh li bakurî Kurdistanê heye. Milet dixwaze xwe ji
bin bandora xeta çewt û xwar derxe, ew xeta ku, bi siloganên pûç û
dîmaxocî yên organîzekirî, li gel kirinên kirêt, rewş gîhande wê
qeysê ku îro ji bona nêzî 20 milyon kurd tenê mafên kultûrî têne
xewstin.Miletê me îro lê rêyek rast digerin, lê her tişt hîn tev li
hev e. Raste nerînên pûç hêdî hêdî dimrin, lê yên rast û durist hêjî
riya xwe baş nedîtine. Bixwîne
Ên bi Îslamê bigirin tim serfiraz û bextîyar in,
ên êrişê Îslamê bikin tim rezîl û perîşan
in
Dilbirîn
Swêd, 19/11
2004- Ez dixwazim bersîva hin kesên ku kar û emelên wan êriş û
dujminîya dînê Îslamê ye, bi du Ayetên pîroz test pê
bikim (
-Û dema ji wan( muşrikan) re tê gotin li pey wê tişta ku Xweda
daxistîye biçin, ew dibêjin " na" em li pey wê tişta ku bavê me li
ser bûn e diçin. Bixwîne
|