|
Nexweşîya Eydsê ya
gemar roj bi roj difire |
Amedekar Dilbirîn Şerefdîn
Di dunê de, 37 mîlyon û 800
hezar mirovên bi nexwesîya gemar ya Eydsê ketîye hene.
Ji wan a 35 mîlyon û 700
hezar mirovên mezinin û 2 mîlyon û 100 hezar jî zarokin ku bi vê nexwesiya
gemar ketine. Di sala 2003an de 4 mîlyon û 800 hezar mirv bi nexwesîya Eydsê
ketine û ji vana 4 mîlyon mirovên mezin e û 630 000 hezar jî zarokin.
Tenê sala par 2 mîlyon û
900 hezar mirov ji ber nexwesîya Eydsê mirine.
Di dunyayê de herî zêde
xelkê Afrîqa bi nexwesîya Eydsê ketine. Bi gorî Rapora Neteweyên Yekbûyî 37
mîlyon û 800 hezar mirov bi nexwesîya Eydsê dijîn. Tenê sala par yanî 2003an
de 2 mîlyon û 900 hezar mirov ji ber nexwevîya Eydsê mirine.
Gurûba Lêkolînvanan ji 20
000 hezar Lêkolînvan, Pizîjk, sîyasetmedar, û pisporan pêk tên û bi gorî
Rapora vê Gurûbê, li basûrê Sehrayê Afrîqayê 25 mîlyon mirov bi Eyds hene û
Xelkê Afrîqa ji % 25 bi nexwesîya Eydsê di jîn.
Li Afrîka dweletên wek
Zambîya, Zîmbawî û dewletrên dor û berê wan mirovên mezin yên navsal ku
temenê wan di navera 35 û 49an dane zêde bi nexwesîya Eytsê ketine. Di
navbera jin û mêaran de ferqekî mezin heye ku jin zêdetir ji vî nexwesîya
gemar zerar dîtine. Ji % 57 jinên sal mezin û ji% 75 jî jinên ciwan û keç bi
nexwesîya Eydsê ketine.
Pistî Afrîqa nexwesîya
Eydsê Li rojhilatê Ewrûpa û li Asya dûr wekî Japonya, Tayland û dewletên wî
cîwarî, tê dîtin. Li Ukranya ji % 1,4 pirosent mirovên maezin bi nexwesîya
Eydsê ketine û her wusan li Ûris ji % 1,1 pirosent bi nexwesîya Eydsê
ketine. Miletên Asya dûr ji % 3 pirosent bi vê nexwesîya gemar ketine.
Ew welatên Miletê wan
Musulman e di Rapora Netewyên Yekbûyî de, cîh nagire. Yanî Li welatên ku
xelkê wî Musulman e nexwesîya Eydsê nayê dîtin an jî hebe pirr kêm e. Ev
yeka han jî girîngîya Ola Îslamê ya Pîroz dide xwîyakirinê. Ola Îslamê
sembola baqijîyê ye. Exlaq, edeb, heya û paqijîya di Ola Îslamê de heye di
tu Ol û tu Îdolojîyê de tune. Nexwesîya Eydsê ji gana bê sinor û ya
hemcinsan peyda dibe. Mêr li gel mêr û jin li gel jin û hata li gel heywanan
gan kirin, sedemê derketina vê nexwevîya gemar ya Eydsêyê ye
Çare: zewîcandin e! yek jin
û yek jîyan e. Hin kes, mirov çewa pêlavan di guherîne ew jî wusan jin û
mêran diguherînin. Mirov nizane ka ev jin an jî ev Mêr li gelkê rabûye û
rûnitîye û ji nexewsîyê berîya an na.
Sala par
li Japonya zêdetirî 34 hezar mirivî xwe întihar kirine
Japonya, 23/7 2004,
Serhed.Net- Bi gorî rapora polîsên Japonyayê, li gor sala derbas bûyî xwe
kustinên întiharî ji % 7,1 zêdetir bûye û di sala 2003an de 34 hezar û 427
mirovî xwe întihar kirine. Bigorî raporê, sedemin xwe kustinênên intiharî,
piroblemên tendurustî, civakî û aborî ye.
Li Japonyayê ji salên
1978an û vir ve sala herî ku jimara xwe kustinên întiharî zêde bûye, sala
2003 ne. Li japonyayê ji % 45 mirov ji sedemên tendurustî xwe întihar dikin
û yekem care ku li Japon jimara mirovên xwe ji sedemên aborî întihar kirine
gihîst 8 hezarî. Û 8 hezar û 900 mirovî ji ber feqîrî û kiricalîyê û ne
dayîn deyn û jîyanek ne serkeftî, xwe întihar kirine. Li Japonayê yek ji
sedemê întiharê, nexwesîya Eydsê ye. Eyds li Japonyaê her dice roj bi roj
zêdetir dibe.
Ger mirov li van
statîstîkên dewlet û navnetewî dinihêre, gelekî tistin girîng bala mirovan
dikisîne û divê mirov ji van lêkolîna hîkmet bigire. Li welatên ku xelkê wan
ne Musulman e an jî ew kesên ku ji Ola Îslamê dûr ketine, piroblemên civakî,
nexwesîya piskolojî, rûhî û xwe kustinên întiharî, zêdene. Sedema herî
serekî di van pirobleman de, ne naskirina Xweda û bê par bûna ji hêjayê
fitrîn e. Ji bona ku mirov bi hin nexwesî bê derman nekeve û derdê bê derman
nebîne, Xweda, ji mirovan re Ol sandîye û hemî tistên ku fêda mirovan tê de
heye helal kiri û ew tistên ku zerara mirovan tê de heye jî, heram kirîye.
Yek ji gunehê herî mezin
ewe ku mirov qetla xwe bike sitûyê xwe, yani xwe bikuje an jî întihar bike.
Di kirina gnehan de, Ol, rolek girîg digire. Kesên ku bawerîya wî bi Xweda
hebe û bi rêbaz û sîstema Ola îslamê bawer be, wusan zû bi zû xwe întihaar
nake, eger kiryarên întiharî hebe jî, pirr kêm e. Ji ber ku mirovên
bawermend, dewlemendî û feqîrîyê yek ji dayîna Xweda qebûl dike. Dema
mirovên bawermend dewlemnd dibin ji Xweda re hemd û pesindana dike û ger
feqîr be jî dîsa ji Xweda re hemd dike û li ser feqîrîya xwe jî sebir dike û
dibe " ebdek sabir"
Bi vî wayî girîngî û hêjaya
sîstema Ola Îslamê bas xwîya dike. Li welatên ku xelkê wan Musulman e,
pirobelmên civakî, malbatî, pîskolojî û rûhî pir kême hatanî mirov kare bêje
tune ku ewqas kême.
|