Komisyona Neteweyên Yekgirtû,
biryar girtin ku, heke dewleta Suriyê bê kêmasî, hevkarîyê bi
komîsyona ku ji bona lêkolîna li ser kuştine Refik Herir
hatîye sazkirin re neke, wê di demên pêş de, hin biryarên ku
ceza bidin Suriyê bigirin. Komîsyona Ewleyî ya
Neteweyên Yekgirtû, di mistewayê wazîran de civîyan
û pêşnîyara ku ji alîyê DYE, Firansa û Ingilter ve derbarê
Suriyê de hatibû dayîn, bi yek dengekî qebûlkirn.
Di biryarê de, bang li dewleta
Suriyê tê kirin ku ew kesên di 14 Sibatê de tev li kuştina
Refik herîrî bûne, were girtin û bi har awayî hevkarîyê
bi komîsyona lêkolînê ya Neteweyên Yekgirtu re bê kirin.
Divê dewleta Suriyê, ew kesên
tev li kuştina Heriri bûne, ji bona Komîsyona Neteweyên
Yekgirtu amade bike ku derbarê kuştina Heriri de lêpirsin were
kirin. Her wusan heke pêwîstbe, divê ew kesena li dervayê
Suriyê jî werin mehkeme kirin.
Li gora biryara Komîsyona
Neteweyên Yekgirtû, divê ew kesên hemwelatîyên Suriyê ku tev
li kuştina Heriri bûne, dernekevin seyhetê û mal û milkên
werin cemidandin.
Dvê dewleta Suriyê
dev ji alîkarîya terorê berde û ji bona îsbatkirina vê yekê jî,
hin gavên ber bi çav bavêje.