serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Rojî û nasandina Rojî   

        

 KSN/ 7/10 2005- Mirov salawext pêdivîyên cismên xwe ji xwarin û vexwarin tiştên ku pêwîstîya mirov pê heye  pêktîne û mîda mirovan ji xwarin û vexwarinê di weste. Mîda ku salawext bê rawestandin xebetî, pêwîstîya wê û ruhê mirovan bi îstirihet û aramîbûnê heye. Bi hatina meha Remezanê, mirov xwe ji hamû t`em û lezetên xwarinê dûrdixîne û di keve sifêtên Melayîketan û xwe nêzîkê Xwedê Te`ala dike. Di meha Remezanê de, exlaq û tebî`etên mirovan gelkî qenc û baş dibe. Mirov bêhin fireh û  sebira mirova hê bêhtir dibe. Mirov  li himberî feqîr û hejaran bi rihim û  dilnerm dibe.

Rojî çîye?

Rojî, ji berbanga sibê ya duemîn heta  dema fitarê; yanî tav diçe ava, mirov xwe paraztina ji xwarin, vewarin û tiştin cinsî re rojî tê gotin. Bi sal û nîvê piştî koçkirina Muhemed Pêxember silavên Xwedê lê be, ji Mekê cû Medînê, Roji girtina meha Remezanê ferz bû. Rojî ayînek ( îbadat ) bedenî Ye.

Rojî yek ji Ruknê Îslamê ye û Muhemed Pêxember bi tevayî 9 salan rojî girtîye.

Rojîya meha Remezanê bi vê ayeta pîroz ferz bûye. Xwedê Te`ala di qurana pîroz de waha dibêje; “ Gelî ew kesên bawerî anîne, çawa rojî ji yên berîya we re ferz bûbû her wusan ji we re frz bûye. Tê hêvîkirin ku hûn xwe (ji gunehan) biparêzin“. Beqere ayet/183

Şertên ferzbûna Rojîyê

1-    Mirov Musliman be.

2-    Mirov balix-kamil be

3-    Mirov bi aqil be.

4-    Şîyana mirova ya girtinê hebe.

 

Ferzên Rojîyê

Divê mirov ji berbanga sibê ya duemîn hetanî tav diçe ava.

1.    Xwe ji xwarin

2.     Vexwarin

3.    Têklîyên cinsî biparêze.

4.    Û verişandina xwe ji qestî neyîne

 

Xwedê Te`ala di Qur`ana pîroz de waha dibêje; ( Bixwun û vexwun hetanî berbanga sibê ku bendê sipî ji yê reş dîyar dibe û paşê hetanî êvarê Rojaya xwe temam bikin) Sûrê Beqere ayet 187

Sunetê Rojîyê

- Zû fitara xwe veke û paşîvê jî derneg bixuwe. Pêxember silavên Xwedê lê be, di hedîsek xwe de  waha dibêje; “ Umeta min dema fitara xwe zû vekin û paşîva xwe jî derng bixînin, di qencîyê da ne“

- Di meha Remezanê de, divê mirov pir bi xêr û ber be û derîyê xwe ji hejar û belengazan re veke û alîkarîya kesên feqîr bike.

- Dema hinekan ji mirov re tiştên ne baş got an jî çêr û xiber da, mirov bêje; “ ez bi Rojî me“ û bersîva wan nede. Dema mirova bersîva kesên nebaş da mirov jî dibe wekî wan û xêra Rojîya mirovan namîne. Divê mirov ne tenê bi divê xwe bi Rojî be, her wusan divê mirov biçav, guh dest, ling hemû cismê xwe bi Rojî be. Divê mirov çavê xwe ji mêzekirina namûsa xelkê, guhêxwe ji guhdarîkirina xeybetê, divê xwe ji derew û çîvanokan bi parêze.

- Di dema fitarê de mirov bêje; “ Ya Rebî, min ji Te re Rojî girt û li ser rizqê Te fitara xwe vedik im, ez Te ji hemî tiştên kêm û nuqsan diparêzim û ji Te re spasdar im. Ya Rebî, Tu Rojîya min qebûl bike û bê guman Tu her tiştan dibihîze û dizane

Tiştên Rojîyê betal dikin deh in

1-2-        Mirov ji qestî xwarin bixwe an jî tiştek vexwe.

  3- Çi ji pêş û çi jî ji paş mirovan de tiştek here hundurê mirovan.Wekî derman û tştên din.

1-    Ji qestî verişandina xwe bîne.

2-    Ji qestî têkilîyên cinsî bike.

3-    Bêyê ku têklîyên cinsî bike, bixwe pişta xwe ( menî ) bîne.

4-    Jin bikeve `edetan-kirasan (heyd)

5-    Dîtina xwînê pişi zayînê.

6-    Mirov dîn( cinû) bibe.

 10- Mirov ji din derkeve û bibe murted

 

Rojên ku mirov nikara tê  de Rojî bigire; yanî wan rojan rojî girtin heram e

 

1-    Roja Cejna Remazanê, herem e ku mirov rojî bigire.

2-    Roja cejna Qurbanê, herem e ku mirov rojî bigire.

3-    Û sê roj piştî cejna Qurbanê ku ji wan re tê gotin rojên teşrîq.

 

Rojên ku Rojî girtina di wan de ne baş e ( mekruh e)

 

Ne baş e ku mirov bike ´edet her rojên Înî û Pênşeman rojî bigire, an jî Mehên berîya meha Remezanê wekî  meha Receb anjî ya Şebanê bi tenê bigire.

 

Rewşa kesên ku uzrê wan hene û nikarin Rojî bigirin

 

  1. Kesên salmezînin an jî ne salmezinin lê nexwşin  û tu hêvîya saxbûna  wan tune û nikarin Rojî jî bigirin, dikarin Rojî bixun û paş ji ber her rojekî de fidye (kefaret) bidin feqîrek. Mirov her roj çi dixuwe wî wekî fîdye  dide feqîran. Kefaretê Rojîyê di roja îro de, mirov danekî mirovek feqîr bi xwarinê têr bike.
  2. Jina bi hemle an jî zarokan dimijîne, dema Rojî li ser nefsa wan xeter bin, dikarin Rojî bixun û paşê jî rojîya xwe qeza bikin. Her wusan mirovên rêwî jî di esna rêwîtîyê de dikarin rojî bixun û dema zivirî mala xwe, bi tenê rojên xawrî qeza dike û fîdye lê nakeve. Lê dema ew jinên ku ji jîyana zarokên xwe bi tirsin û rojî girtina wan zirarê bide zarokên wan, wê demê dikarin rojî bixuwin û paşê him rojîya xwe qeza bikin û kefaret jî bidin feqîrek.
  3. Jinên ku  di keve kirasa an jî piştî razan ( zayîn)ê ku xwîn dibînin, dikarin rojîya xwe bixun û paşê jî rojên xwe yên xwarî qeza bikin û fîdye li ser wan tune.

 

 

 

Çevkanî:   serhed.net  Amadekar:   Dilbirîn        Dem:   7/10 2005           Seet: 20:00
ا





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî