Ji
bona bextîyar bûna mirovan di dinê û axretê de, ji ailyê Xwdê
ve ji pêxemberan re, ji şandina rêbaza jîyanê re Dîn tê
gotin.
Dîn,
wasiteye di navbera mirov û Xwedayê mirov de. Dîn, Cewherê
têkilîyên di navbera mirov û Xwedayê mirovan de kifş dike û
mirov bi saya dîn Xwedayê xwe nas dike û emr û fermanên
Xwedayê xwe dizane.
Dînê
Îslamê, xelaka dawî ya ji zincîra dînên semawî yên berîya wî
hatine; An jî merû dikare bêje; Îslam, navnîşaneka nûye ji
bona rastîya dînên berê.
Di vî warî de Xwedê Teala waha dibêje; ”Ew tişta ku ji Nuh
re hatîye
şîrte kirin, ji we re jî kirî dîn. Û w tişta ku me ji te
re
( ya Muhemed) wehîkirî, li Îbrahîm, Musa û Îsa re ji
şîret kir. ( ew jî) hûn dîn li ser pêya bihêlin û derbarê din
de nekevin îxtilafan
” Şûra, ayet/ 13
Taybetîyên Dîn
Çevkanîyên Dînji ba Xweda ye.
Dîn-
ji alîyê Xweda ve bi qasidîya Cebraîl- Emîn ji pêxemberan re
bi rê ya Weh`îyê hatiye şandinê.
Dîn-
mexseda afiriandina mirovan bi merivan dide zanîn. Xweda
Her mirovek li ser xeta rast di afirîne, dema mirov mezin
dibin, dê û bavê wan wana dkin Musliman yan Xiristîyan û yan
jî Cuhî. Ew kesên Ku dînê îslamê hildibijêrin, dînê îslamê her
dem ji wana dixwze kul i ser xeta ku hatine afirinadinê herin
û xeta xwar ne laîqê Musliman ne.
Dîn-
rêya bextîyarî, qenci, paxişî, hîdayet û rastîyê nişanê
mirovan dide.
Pêwîstbûna Dîn
-
Dîn
ji şexs û civakê re pêdivîyekî mejbûrîy e. Çi
şexs
be û çi jî civak be bê dîn nikarin bijîn, îla divê bi tiştek
bawer bin. Em
dikarin pêwîst bûna mirovan bi Dîn waha rêz bikin.
-
Dîn
pêjin-hîse-kî di
afirandina mirovan de heye. Bi qasî pêwîstîya mirovan bi
Dîn heye, ne bi kultur, huner û ne jî bi tu tiştek din
heye û tu tiştek bi qasî Dîn ew valahîya di giyan-
ruhê mirovan de heye, tijî nake.
-
Dîn
bersîva pêwîstîyên mirovan yên dinya û axretê bêkêmasî dide.
Ew jî dînê Îslamêy e.
-
Yek ji mexsedên
dîn Îslamê; aştî,
aramî û `edalet e.
Ji bona mirov di aştîyê de bijîn û jîyana malbatî, civakî
û peywandîyên navbera civakan û miletan de, pêwîsatî bi
Dîn heye.