**Menûya Kurdî**
 

Namûs û mefûmê namûsê li ba Kurdan

KSN/ 10/6 2005- Namûs gotineke Yunanî ye û tê mena xwedîyê sir-veşartîyên xwe. Gotina namûsê berî derbasî zimanê Erebî bûye û paşê jî di nav zimanên miletê Rojhilata Navîn de  belav bûye. Namûs di Erebî de tê mena qanûnên xwezayî-tebîî- û cî-mexelê şêr û yek ji navê Melayîketê Wehyê Cebraîl e silavên Xwedê lê be. Namûs, li ba miletê kurd tê mena gelekî tiştan, lê bi kurtî tê mena tiştên şexsî yên tayîbet ên veşartî. Her wusan namûs tê mena şeref, heysîyet, edeb û rûmetê. Di kultura kurdan de gotina namûsê tê mena hemû tiştên pîroz (muqedes).

Têkilîyên di navbera mêr û jinê de tiştên wan yên tayîbetin û namûsa wan herdûya nin. Divê tiştên di navbera mêr û jinan de, li gora qanûneke tayîbet birêve biçe û tu tiştek bê qanûn nameşe. Mesela gotina namûsê tê mena cîyê şêr; yanî ew cîyê ku şêr lê fermanraweye (egemen). Şêr di mexelê xwe de bi namûs e û li gora qanûna xwe ya tayîbet tevdigere û bê namûsîyê nake yanî bê qanûnîyê nake. Dema şêr bixwaze nêçîrê bike, bi tenê pezekî an jî heywanekî ji xwe qelstir digire û dixwe, lê gur dikara kerîkî pez bi kuje. Ji ber ku gur bê namûs e yanî bê qanûn e.

Mesela tê gotin filan kes bê namûs e, yanî bê   qayîde tevdigere û tu sinorî nas nake û bê qanûnî dike. Mirovên bi namûs li gora exlaq û edetên civakê tevdigerin û bê rêzî li himberî tu kesî nakin, ev jî tê wê menayî ku ew mirov li gora qanûnên civakî tevdigerin û her kes wan mirovan bi tilîyan şanê hev didin.

Wekî gelekî tiştan, gotina namûsê jî ji mena wê ya bingehï hatîye dûrxistin û ji bona hin tiştên din hatîye bikaranîn. Lê mirov dikare bêje; ku  gotina namûsê li ba miletê Kurd li ser mena xwe ya esasî maye. Lê ev nayê wê menayê ku kurd li ser gotina namûsê  xeletîyan jî nakin.

Di nava Kurdan de hin kes bê ku mefhûmê namûsê bizanibin, gelekî (îfrat û tefrîtê) di pirsa namûsê de dikin. Yanî hinek mirov namûsê bi pênc peran hesab nakin û hinek jî li ser navê   namûsê tiştên xelet û zulmeke mezin dikin. Li ba hinek kesan dema behsa  namûsê tê kirin, bi tenê jin tê bîra wan û namûsê li ser cismê jinê bikartînin. Lê ev yek ne rast e, ji ber kû mêr û jin di pirsa namûsê de muşterek in, çewa tê gutin filan jin bê namûs an jî bi namûs e, her wusan ji mêran re jî tê gotin.

Ji Kurdan hinek kesan perdeyên heyayê ji ser rûyê xwe avêtine û li ba wan gutina namûsê bi pinc peran nake. Hinek Kurd jî ji bona mesela namûsê keç û jinan di kujin.

Di xwazim bêjim; divê bi tu awayî mirov êdî çi jin û çi jî mêr be  ji bona namûsê neyê kuştin. Ew kesên li ser navê namûsê jinan dikujin, ne li gora dinê Îslamê vê yekê dikin, belkî edeteke di piranîya dunê de heye û li ser mesela namûsê jinan dikujin. Tê gotinê ku  di qanûnên Îslamê de "recim" heye û ji bona xatirê wî dikujin, ez dibêjim na! di Qur`ana pîroz de qanûnek bi navê recmê tuneye. Lê di hedîsan de behsa recmê derbas dibe, ez dibêjin ew ne hadîsên ku Muhemed Pêxember gotine belkî hinkan çêkirine û kirine stûyê Pêxember.

Di wexta Pêxember de( s.x.l) bûerek rejmê cêbûye ku jinek Cuhî û mêrek Musliman zina kirine, lê Pêxember ew bi gorê Qanûna Medînê mehkeme kir û hukum daye. Jinik li gora qanûna Tewratê û mêrik jî li gora qanûna Qur`anê cezakir. Di Tewratê de recim û di Qur`anê de jî celde, yanî sed dar lêxistin hebû û li gora qanûnên herdû Pirtûkên dînî ew hatin cezakirin.

Wekî din hinek Hedîs henin ku behsa hebûna recmê dikin, lê ew hedîsana li dijî Qur`anê ne û ne mumkune ku qanûnek esasî di Qur`ana pîroz  de hebe û Pêxember rabe li dijî wê qanûna Îlahî qanûnek din derîne û navê wê jî bike recim

Dilbirîn.

 

 
Dem: /6 2005  Seet:   şandine: Serhed.Net        Vegere