|
Muhemed Pêxember (s. x. l) li ba Muslimanan şexsîyeteke herî pîroz e
KSN/ 11/8 2005- Berîya çend rojan di medya Kurdî de derket ku, di
progirameke KTV yê de li Muhemed Pêxember silavên Xweda lêbe, heqaret
hatîye kirin û li ser rawêjnîşandana miletê Kurd, wezareta hundur
ya Kurdistanê 24 seet ceza daye KTV û KTV 24 seetan weşanên xwe
daye rawestandin. Di serî de ez biryara wezareta hundur ya Kurdistanê
pîroz dikim ku biryareke waha hêja li gora bîr û bawerîyên miletê Kurd
daye.
Di warê bawerî anîn an jî ne anênê de her kes azad e û bi
kêf û kerema xwe ye, lê mafê tu kesekî tuneye li ser navê azadîyê
li tu kesî heqareta şexsî bike. Hela heqaretkirina li Muhemed Pêxember bi
tu awayî nayê qebûlkirin.
Muhemed Pêxember, silavên Xweda lêbe li ba Muslimana kesekî herî bi
rûmetir, qedirtir, qîmetir û ji hertiştî ji pîroztir e. Kesên Musliman
dev ji welat, bav, dê û hemû hebûna xwe berdidin, lê dev ji dînê xwe
bernadin û divê herkesekî vê yekê jî bizanibe.
Bawerî anîna bi Pêxemberan yek ji ruknê Îmanê ye. Musliman bawerî bi
hemû Pêxemberan tînin û Pêxemberê herî dawî jî Muhemed e û Pexemberê
mîlyar û nîv Muslimana ye. Rêz û hurmeta ji bîr û bawerîyên mirovan re,
yek ji wê rêbaza ku jîyana mirovatîyê li ser hatîye avakirin e.
Vêca ew kesên êrişî bîr û bawerîyên mirovan dikin, bêyê ku bizanibin
êrîşê hîmên ku jîyan li ser hatîye avakirin dikin û hîmê jîyanê
hildiweşînin û dibin sedema fitneyê û hûzûra mirovan xirab dikin.
Êriş anîna ser dînê Îslam û Muhemed Pêxember silavên Xweda lêbe, bi
kêrî tu kesî nehatîye û ji bilî fitne û fesadîyê tu xizmetek ji civakê
re nekirîye û wê neke jî. Ji ber vê sedemê mafê tu kesî tune wekî mêşa
nava pîsîyê dilê milet lihev bixiîne û bibe sedema fitneyê.
Dibe ku mirovên waha xwe nenas hebin û wusan jî bifikirin, lê
divê rewşenbîr û dem û dezgehên kurdî nebin aletên destê van kesana û rê
nedin wan ku jehra xwe berî nava jîyaneka pak û paqij bidin.
Ez dixwazim spasî berpirsê KTV yê Karwan Akreyî jî bikim, ku
karê wî kesê ku progiram weşandibû guhertîye.
Dilbirîn
|