|
Mizgefta
Malmö carek din bû armanca êrişên regezperestan û hate şewutandin
KSN/
18/9 2005- Do nîvê şevê hin kesên nedîyar di şibakê de molotof evêtin
Mizgefta Malmö li Swêdê û bû sedema şewata xalîyên Mizgeftê û zirarek mezin
daye Mizgeftê. Di Mizgeftê de kes tunebûye ji ber wê jî tu zirareka bedenî
çênebûye. Polisê Malmö dibêje; hetanî niha em nizanin kê ev yek kirîye.
Di sala 2003an de, dîsa ev
Mizgeft hatibû şewûtandin. Lê rêvebirîya Navenda
Îslamê ( Islamic
Centers ) Mizgeft carek din temîr kir. Mizgefta li Malmo Mizgefta duemîn e
ya bi minare li Swêdê û bûye navend ji hemû mislimanên di wê heremê de
dijîn.
Li Swêdê
çend mizgeftên biminra henin. Mizgefta herî mezin li Stockholmê li Medburyar
platsinê ye û yeke din ya dîyaneta Tirkan li taxa Fitya yê bi minare ne.
Wek her
tiştî, kurdên li Swêdê ji Mizgftan jî mehrûm in. Her çiqas mezgeftek
bi navê Mizgefta Selahedînê Eyûbî ya Kurdên soran hebejî, lê ji mesela Kurdî
dûr û di çerçewekî teng de difikirin. |