KSN/
12/ 10 2005- Mislimanên li Danîmarka bi tûndî rojnama
Jyllands-Posten şermezar kirin. Rojnama Danîmarka ya bi navê
Jyllands-Posten, ku wek dengê terfên rast yên nîjatperestên
Danîmarkî tê naskirin, di 30 Îlonê de wêneyên Muhemed
Pêxember yê karîkator çixêz kiribû. Îroj Mislimanên li
Danîmarka, bi belavokek hevbeş, êrişên ser Îslam û muqedesatên
Îslamê şermezar kirin û ji
berpirsên Jyllands-Posten, xwestin ku doza
lêborînê bixwaze.
Serokê Rabita Îslamî ya
Danîmarka Dr. Muhemed Berazî radigîhîne ku, pirsgirêk piştî
serok wezirê Danîmarka ji boyî çareserkirina pirsgirêkên
civakî yên di nava xortên Misiman de, bi rêberên komên
Misliamanan re hevdîtin pêkanî, dest pêkir.
Serokên Komele û Malayên
Mizgeftan, ji boyî ciwanên beyanî li ora qanûnê tevbigerin
û rêz ji civaka Danîmarka re bigre, hin pêşnîyar pêşkêşî
sewrokwezûrê Danîmarka kirin. Medya Danîmarka jî, van
pêşnîyarana wek midaxeleyên li desthiladarîya xelkên Danîmarka
nîşan dide û êrişê gemar tînin ser Îslamê..