-----------------------------------------------------------------

Mirov nikare rewşa kurdistan û Îsraîl bide ber hevûdû

 

Dijminên gelê kurd û yên ku heta niha xwe bi xwîna kurda xwedî kirine radibûn û rûdinin Kurda bi Cihûyan re û Kurdistan jî bi Îsraîl re didin ber hevûdû. Qaşo çawa ku dewleta Îsraîl ketiye nav çavê alemê Îslamê û bûye b ela serê wan, wisa jî dê dewleta kurda bibe bela serê alema îslamê an jî rojhilata navîn.

Ji xwe gûman tê de tune ku bi Îsraîl re danaberhevdû bi armanc e û qest jê ew e ku çawa Îsraîlê li ber çavê mislimana reş bûne kurd jî wisa reş bibin û dijmin bêne dîtin.

Li vê derê ez dixwazim li ber çavan raxim ku ev danaberhevûdû bi Îsraîl re ji serî ta binî xelet e:

1.Îsraîl ji Cihûyên ku li Çar aliyê cîhanê dijiyan û kombûna wan pêk hatiye.

2. Civîna kurên Îsraîl, li dewleta Îsraîl  ji hestên neteweyî bêtir, bi hestên dînê ne. Yanî dewleta Îsraîl belê rast e ku piraniya wan ji kurên Îsraîl pêk tên lê belê di dawiya dawiyê de dewleteke dînî ye.

3. Ew axa ku Îsraîlî dibêjin ''erd-ul mew'ûd'' (warê sozdayî, ku ew herema di navbera dîcle û ferat de dimîne hemû di nav de ye- yanî bêtirê Kurdistanê di nav wê de ye-) tu carî neketiye destê wan ji xwe hêjmara wan jî têra tijekirina wê axa fireh û bi bereket nake.

4. Dema ku Îsraîlî bi awayekî ji awayan ketin axa Filistînê, hemû xweciyên wê ji war û welatên wan der kirin û bi deh salan şerpeze, bê war û cî kirin û hêj jî ew birîna ku di bedena Filistîn de vebûye derman nebûye û xwîn jê diherike.

5. Li gor rehperestên Îsraîlî an jî Siyonîstan, di cîhanê de yên ku mirov in, tenê kurên Îsraîl in û yên dinê hemû heywanên ku divê ji bo wan xizmetê bikin.

Di vê navberê de ez êş û azara ku Cihûyan bi sedsalan li gelek deverên ji hevûdû dûr bi bîr tînim û wê azara wan bi wan re parê dikim, lê ne bi cihûyên ku piştî desthilatdarî kete destê wan herwekî ku xwîna wan belaseve dihat rijandin wan jî dest bi rijandina xwîna kesên belengaz û bêguneh kirine...

Piştî ew çend xalên ku min li ser Dewleta Îsraîl û cihûyan nivîsand ez dixwazim vegerim ser rewşa Kurda û Kurdistanê:

1.      Digel zordestî, kuştin û talankirinên bi sedsalan, hêj jî nod ji sedî kurd ji ser axa xwe ya ku bi hezaran sala tê de jiyan kirine neliviyane û bi ciyayên xwe yên serbilind û kumsipî re dijîn.

2.      Kurd li dora îdeolojiyekê, dînekî an jî armacekê li Kurdistan ji dereke dinê nehatine û neciviyane. Bereksê wê digel dînên xwe yên cihê cihê, weke neteweyekî gelekî rengîn û tehemmula wan ji hevûdû re heye jiyan kirine. Ne filetiya fileyan, ne jî cihûtiya cihûyan û ne jî êzîdîtiya êzîdiya ji bo kurdin ku êdî ji hezar salî bêtir e misliman in tu carî nebûye asteng di navbera têkiliyên wan de, dayîn sitendinên wan de. Rast e ku nod ji sedî bêtir kurd misliman in, lê digel vê yekê tu carî wan cîranên xwe yên ji dînekî dinê ne neêşandine û gelekê caran bi gotina ''kirîvo, kirîvê'' binav kirine ku ev gotinên dostanî û nêzîkbûyîna yek û dû ye.

3.      Nod ji sedî Kurd misliman in û ji ber vê yekê jî bi cîranên xwe re-Tirk, Ereb û Farisan re xwediyê dînekî ne û li gor dînê Îslamê tu carî nabe ku qewmekî, kesekî misliman dijminantiya kesekî dinê ku tenê ji bo ku ne ji neteweyê wî ye bike. Cenabê Pêxember Silat û Silavên Xwedê li ser bin di hedîseke xwe de dibêje ''Ne ereb ji 'eceman (yên ku ne ereb in) çêtir e, ne jî 'ecemek ji erebekî çêtir e.'' Ji hedîsê jî wêdetir Xwedayê Teala bi Zatê xwe yê pîroz di Quranê de dibêje ''bêgûman li hinda Xuda çêtirê we yê ku bêtir ji Xwedê ditirse ye.''

4.      Kurd wekî netewe tu carî nebûne rehperest û xwe di ser  birayên xwe yên misliman re negirtine ku bi çavê heywanan li wan binihêrin û heke sibe rojê desthilatdarî têkeve destê wan ji wê kira dilê xwe dest bi rijandina xwîna belengazên ne ji wan bikin.

5.      Bi avabûna dewleteke kurd -li kîjan perçeyî dibe bila bibe- tu kesekî ku dê mexdûr bibe ji war û welatê xwe bibe, bê cîh û war bimîne tuneye. Lê belê dê kesên zilimkar ku bi neheqî mîna celladan di wan deran de van deh salên dawiyê bi dor bicîh dibin û rijandina xwîna kurda ji bo xwe kirine kar ji zilimkariyê xelas bibin. Û vegerin warê xwe..

6.      Heke dewleteke kurd çêbibe, di serî de xwîn hinekî biherike jî-jiber fêrbûna mêtingeriya ku tam bi devê zaliman de bera daye- dê dawiyê aramiyeke bêsînor di herêmê keve.

7.      Ji bo mînak heke dewleta Tirk destê xwe ji xêr û şera kurda û axa wan bişo, dê ji mesrefekî eskerî yê gelekî giran rizgar bibe, dê ji cengeke ku bû sed Sal îlahîm bi awayekî berdewam dike rizgar bibe. Berê neteweyê xwe ji dijminantiya kurdan bêtir bide pêşveçûn û perwerdeyê ku dahatû û serkeftina neteweyan bi vê yekê ye. Dê Kurdên ku ji hêla jarîtî û feqîrtiyê de li nav bajarên tirkan belav bûne û êdî kar û emel ji bo wan jî nehiştine û heta ji belengaziyê fêrî gelek karên kirêt bûne vegerin û ser axa xwe û wan ji wî barê giran rizgar bikin. 

8.      Wekî dinê jî gelê Kurd gelekî bêtirîn dîndar e di nav alema Îslamê de û xizmetên bêsînor li ser navê Îslamê kirine, bi hezaran alim û zana ji wan derketine û dînê Îslamê li Çar aliyê cîhanê belav kirine. Di demên ku misliman herî bêtir motajî wan bûne şûrê xwe kişandine û sêngên xwe ji bo Mislimanan û Îslamiyetê kirine mertal û kela...

Piştî van nuqteyên hanê ez dîsa vedigerim ser ew mejiyê ku kurda û Siyonîstan an Kurdistan û Îsraîl dide ber hevûdû û ji wan ûcdanê wan dipirsim -heke hebe-:

Ma hûn çawa rim û şûrên Îslamê bi cihûyên ku Qurana Pîroz de ji mislimanên yên herî dûr têne nîşandan didin ber hevûdû. Heke vê berhevdana we ji têkiliyên di navbera wan û kurdan de be, berî hemû tiştî li ber lingên xwe binihêrin û bibînin ku çiqas têkiliyên xurttir û xweşiktir hene, bi wê dewleta ku hun me bi navê wê sûcdar dikin.

Heke îroj hûn ji rewş û ciyê ku kurd lê rawestiyane ne razî ne, li xwe vegerin û hişyar bibin ku we bi zilm û neheqiya ku li kurda kiriye ew xistine çi rewşê. Heke xenzîrek dirêjî mirov bike ji bo perçekirinê û hirçek tê rabe û wî xenzîrî bikuje ma karê heş e ku rabe berê xwe bide hirçê û wê bike dijminê xwe. Heke nebe dostê wê jî ji wê kirina wê bêgûman dê gelek şa bin.

Yanî bi gotineke dinê ne li hêviyêbin ku dê kurd ji bo Seddam Husên ê ku ew mîna kêzikan jardadayî kirin bigrîn û li hember kesên ku ew ji ser kar daxistine rabin. Heke kurd vê yekê bikin mana wê dînên ji heş bêpar in.

Kurd ta îroj ketine û di nav lingên qaşo biraderên xwe yên misliman de mane. Pêlwankirin îbadet hatiye hesibandin, di vê rewşê de kî destê wan bigre dê kurd bi destê wan bigrin. Bi gotina Seydayê Bedîuzzeman, em dixwazin ji xwe re çaleke avê bikolin yek jî tê alîkariya me dike, dibe ku ê wî dilê wî hebe wê derê bike ciyê detavê, lê ew niyeta wî nabe asteng di navbera me û gihaştina avê de. ..

 

 

 

Niviskar