Mirov nikare bibe xwedî du
nasnameyên netewî yên ji hev cihê!
KSN/ 27/11 2005- Her
ji çendakî carekê dema ku ji nav tirkan, siyasetmedarek radibe
û gotineke xêrxwaziyê dike ji nuhde rojev dikele û qelemşorên
wan dikin gazî û hewar ku yekparetiya dewlet û netew ketiye
xeterê û divê li hember vê yekê helwestên pêwîst bêne
nîşandan.
Li ser axaftina Erdogan ya ku
”Emê di binê nasnameya bilind ya hemwelatiya Komara Tirkiyê de
Tirk, Kurd,
Çerkez, Laz kî tê heşê we yekbûyî û pevre bin û rûmetê bidin
nasmeyên hemû neteweyên dinê.” Baykal xwe hiltîne û li erdê
dixe ku çima wisa gotiye…
Li gorî
Domiz Baykal diiviya bû ku bigotana neteweyên dinê hemû
neteweyê tirk pêk tînin û yên dinê hemû şaxên wî ne. Û ji bo
bo Serokwezîr Erdoganî ev yeka hanê negotiye dixwaze kamaxa
welêt bîne û welêt bike mîna îraq, Bosna Hersek û …
Qelemşorê esker û milliyetê Fikreto jî dibêje encama fikra
Erdoganî çareseriyên Federatîf in û ev yeka hanê xeterek e. lê
encama fikra Domêzkê wî jî dibe sedema yekbûna netew û ew
fikra hanê nêzîktirî fikra Ataturkê wan e.
Bêgûman
fikra Domiz Bakkal nêzîkî ya M. kemal e û ji xwe wî xwestiye
netewekî bi xwîna netewên din yên heyî xwedî bibe ava bike ku
ji serî û heta niha bûye sedema hemû alozî û gengeşiyên heyî…
Mirov
dikare ji bo xwe li du nasnameyan bigere yanî bêje yek jê ez
misliman yan fileh im û netewê min jî Cengene yan qereçî ye.
Lê mirov nikare bêje ez mislimanê file an jî Tirkê kurd im.
Xwedê
wisa çêkiriye ma em çi bikin. Lê heke dê û bavê te her yek ji
netewekî bin ew jî tiştek e û tu dikarî bêjî ”ez xwarziyê
kurda yan tirka me lê ji filan netewî me.
Di vê
nuqteya hanê de pêwîstî bi zelaliyê heye. Em kurd in û bi hemû
pêwîstiyên kurdîtiyê kurd in.
Em netew in û me hemû pêdiviyên netewek divê divên.
Tiştek bi destê me dikeve nakeve ew tiştekî dinê ye, heta em
dixwazin naxwazin ew jî tiştekî dinê ye; lê tu carî pêwîstî bi
rastiyeke eşkere tuneye ku jibo em wê veşêrin hezar kirasên
derewîn lêkin.
Heta ku ew cografyayên ku kurd lê dijîn li ser bingeha netew û
netewperestiyê bimeşin dê pirsgirêka kurd hebe û aloztir be.
Lê heke rojek hat û rê dan hemû hemwelatiyên heyî ku bêne û
wekî wan li ser sifreya amade rûnên û ew jî mîna wan jê bixwin
û vexwin dibe ku ev pirsgirêka hezar serî jî, ji nav cîhanê
hilê û bibe dîrokek bi îbretan tijî….